• Saturday, 27 July 2024
logo

GEVER- Serokê Meclîsa YUTSOyê di êrîşekê de hat kuştin

GEVER- Serokê Meclîsa YUTSOyê di êrîşekê de hat kuştin

Serokê Meclîsa Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Geverê (YUTSO) di êrişekê de hat kuştin.

Li gorî zanyariyan Serokê YUTSOyê Tîmur Sevî doh êvarî li taxa Cumhuriyetê ya Gevera Colemêrgê li ber mala xwe rastî êrîşa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û Tîmûr Sevî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û dest bi dermankirina wî kirin.

Tîmûr Sevî îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Tîmur Sevî dê piştî karûbarên otopsiyê li Geverê bi axê bê spartin.

Hat zanîn ku pismamê Tîmûr Sevî bi tohmeta kuştina wî hatiye desteserkirin û piştî karûbarên îfadeyê derket pêşberî dadgehê û bi biryara dadgehê hat girtin.

Tîmûr Sevî 53 salî bû û bavê 5 zarokan bû.

Her wiha berpirsên YUTSOyê jî êrişa li ser Tîmûr Sevî bi tûndî şermezar kir.

 

Rudaw

Top