• Saturday, 27 July 2024
logo

Erdogan: Em piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê

Erdogan: Em piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew piştgiriyê didin Kurdên Sûriyeyê û mafên wan diparêzin.

Recep Tayyîp Erdogan îro li ser mijarên di rojeva cîhanê û herêmê ji kovara nûçeyan a Amerîkî Newsweekê re axivî.

Erdogan li ser pirsa çareseriya krîza Sûriyeyê û hebûna Amerîkayê ya li li Sûriyeyê wiha got:

”Em miletek in ku herî zêde bandorê ji şer û rûbirûbûnên li cîrana me Sûriyeyê çêbûne dibînin.

Amerîka li Sûriyeyê piştgiriyê nade Kurdan, piştgiriya terorîstan dike.

Em piştgiriya didin Kurdên Sûriyeyê û mafên wan diparêzin.”

Erdogan her wiha eşkere kir ku ne li Îraq û ne jî li Sûriyeyê ti pirsgireka wan bu Kurdan re nîne û pirsgirêka wan bi rêxistinên cudahîxwaz re ye.

Her wiha Recep Tayyîp Erdogan li ser pirsa koçberên Sûriyeyên yên li Tirkiyeyê jî wiha got:

“Eger roja wê hat, mêhvanên me yên Sûriyeyî dê şer li pey xwe bihêlin û bi xwesteka xwe vegerin welatê  xwe.

Hewldanên me yên di vî warî de dê zêdetir bibin û em dê stratrejiyên xwe yên çareseriyê bidomînin.”

 

Basnews

Top