Hewlêr û Bexda ji bo avakirina sîstemeke darayî ya guncaw û hevbeş tîmekê ava dikin
Hewlêr û Bexda dê tîmekê ji bo rêkxistina kordîneyên îdarî û avakirina sîstemeke darayî ya guncaw û hevbeş pêk bînin, ku dê bibe bingehek bihêz ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî û darayî di pêşerojê de.
Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Dr. Omêd Sebah ragehandiye: “Me îro 11.07.2024 li Serokatiya Encûmena Wezîran pêşwaziya şandeke Hikûmeta Iraqa Federal ku taybet ji bo rêxistina rêkarên kordîne û darayî yên di navbera Hewlêr û Bexda bûn, kir.”
Herwaha amaje bi wê jî da: “Di civînê de ku sekreterê encûmena wezîran Dr. Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hemahengî û dûvdeçûnê Dr. Ebdulhekîm Xesro amade bûn, nîqaş li ser çawaniya rêxistina rêkarên kordîne û sîstema darayî a di navbera Hewlêr û Bexdayê bi awayekî ku weke yektir bin û li gel hev guncav bin hat kirin.”
Herwaha diyar kir, “Ji bo vê mebestê biryar hat dayîn bi pêkanîna tîmekê, eve jî li ser rêxistina rêkarên kordîneyan û avakirina sistemeke darayî a guncav û hevbeş ya navbera Hewlêr û Bexdayê de kar dike, ku eve jî dibe bingehekî bihêz ji bo ku di pêşerojê de giriftên kordîneyî û darayî bigehêjin bi çareseriyê.”
Basnews