• Saturday, 27 July 2024
logo

Israîl û Hemas lihev dikin

Israîl û Hemas lihev dikin

Serokwezîrê Israîlê pabendiya xwe li ser pilana azadkirina revandiyan li Xezzeyê tekez dike û radigehîne, “Daxwaziyên Hemasê berovajî pilanê ne û em berhev nînin qebûl bikin ji ber ku li ser Israîlê gef in.”

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu ragehand, “Ew pilana hatiye pêşniyarkirin çar bingehan vedigire ku rêyê li vegeriyana çekdarên Hemasê bo bakurê Xezzeyê digire, piştî azadkirina revandiyan jî nabe rê li Israîlê bê girtin ku vebigere meydana şerî li dijî wan çekdaran.”

Benjamin Netanyahu herwesa got, “Ez li ser pilana azadkirina revandiyên me pabend im lê bikujên Hemasê li ser wan daxwazan berdewam in ên ku berovajî wê pilanê ne û li ser ewlehiya Israîlê jî gef in. Ez wekî Serokwezîr û herwesa ji ber hestkirina bi berpirsyariya niştîmanî berhev nînim wan daxwazan qebûl bikim.”

Navbirî amaje jî da, “Ez pabendî wan her çar bingehan im ên ku ji bo ewlehiya Israîlê pêdivî ne. Ya yekê divê rê bi Israîlê bê dan ku vebigere meydana şerî heta digehe armancên xwe, ya duyê em rêyê nadin ji Misirê çek bi qaçaxî bigehe destê Hemasê, ya sêyê em rêyê nadin ku teroristên çekdar û çek vebigerin bakurê Xezzeyê û ya çarê jî di qonaxa yekê ya lihevkirinê de zêdetirîn hejmara revandiyên zindî bê azadkirin.”

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2024ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.

 

K24

Top