• Saturday, 27 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîka li ser pêşhatên çaksaziya Wezareta Pêşmerge gotubêj kirin

Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîka li ser pêşhatên çaksaziya Wezareta Pêşmerge gotubêj kirin

îro 11.07.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya cîgirê alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê ji bo Kar û barên Rojhilata Navîn Danielle Shapiro kir.

Di civînê de ku Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê General Joel Vaul û Rêvebera Encûmena Asayişa Niştimanî ya Amerîka li Iraq û Sûriyê Nicole Softness amade bûn, pêşhatên dawî yên li Iraq û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Cîgirê alîkarê wezîrê berevaniya Amerîka, piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistan û hêzên pêşmerge tekez kiriye û amaje bi wê daye ku Herêma Kurdista hevbeşeke girîng û stratejîk ya Amerîkayê ye û xwesteka welatî wî jî bo pêşxistina zêdetir a hevkarî û hemahengiya ewlehî û leşkerî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistaniye anîziman.

Beşeke serekî a civînê, gotûbêjkirina pêşkeftinên taybet bi çaksaziyên wezareta Pêşmerge bû û di wê derbarê de cîgirê alîkarê wezîrê berevaniya Amerîka, sipasiya hewil û karkirina berdewam a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku Amerîka û hevpeymanîya navdewletî dê berdewam bin li ser alîkarîkirina hêzên pêşmerge bo şerê dijî terorîstan bi taybet terorîstên DAIŞê.

Serokê Hikûmetê berdewamiya piştevaniya Amerîkayê ya bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li ser bihêztirkirina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de kir.

 

Basnews

Top