• Saturday, 27 July 2024
logo

Rapirsiya Panoramayê: Kîjan partî yekem e?

Rapirsiya Panoramayê: Kîjan partî yekem e?

Li gorî encamên rapirsiya Kompanyaya Panoramayê, CHP bi rêjeya ji sedî 35 partiya yekemîn e.

Herwiha AK Partî bi rêjeya ji sedî 32,1 duyem û DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 9 sêyem e.

Kompanyaya Panoramayê encamên rapirsiya xwe ya meha hezîranê ku li ser rewşa partiyên siyasî kiriye raya bi giştî re parve kirin.

Rapirsî di navbera 7 û 14ê Hezîrana 2024an de û ligel 2 hezar û 160 beşdaran hatiye çêkirin.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger îro li Tirkiyeyê hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat pirsîn.

Li gorî encamên rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 35 partiya yekemîn e û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 32,1ê di rêza duyemîn de ye

Herwiha di rêza sêyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 9 DEM Partî heye.

Encamên rapirsiyê wiha ne:

CHP: Ji sedî 35

AKP: Ji sedî 32,1

DEM Partî: Ji sedî 9

MHP: Ji sedî 7,1

Partiya Yenîden Refah : Ji sedî 6

Partiya Zafer: Ji sedî 3,6

IYI Partî : Ji sedî 2,7

Partiya Karkeran a Tirkiye (TIP): Ji sedî 1,4

Yên din: Ji sedî 3,2

 

Rudaw

Top