• Saturday, 27 July 2024
logo

Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin û duberekî heye

Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin û duberekî heye

 Ji ber temamnebûna rêjeya qanûnî, civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo heyameke demkî hat paşxistin.

Serokê Firaksiyona PDKê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji K24ê re ragehand, “Aliyên siyasî li ser awayê birêveçûna civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne yek in, lewma ew rûniştin hat paşxistin. Hejmareke aliyan dixwaze ew rûniştin bi awayekî daxistî bê kirin û hejmareke din jî dixwaze bi awayekî vekirî bê kirin.”

Serokê Firaksiyona PDKê hêvî jî kir ku civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê zêdetir neyê paşxistin û îro ew rûnişitn bi tevlîbûna hemî aliyên siyasî bê kirin.”

Piştî hilbijartinên dawiya sala borî, biryar bû îro (Pêncşem, 11.07.2024) piştî nîvro civîna yekê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser daxwaza Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatibam kirin.

Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyan ê Parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî ji peyamnêrê K24ê re ragihandibû ku, wan hemî amadekarî ji bo civîna yekê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê temam kiribûn.

Anî herwesa got, “Civîna ku tê çaverêkirin hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hilbijartina hikûmeta xwecihî û parvekirina postan gaveke girîng e.”

Herwiha gotibû: “Welatiyên Kerkûkê li benda pêkanîna hikûmeta nû ya xwecihî ne û daxwaza xizmetkariyên giştî dikin.”

Encûmena parêzgeha Kerkûkê ji 16 endaman pêk tê û ji bo lidarxistina civînê pêdivîtî bi piraniya sade heye, ku 9 endaman in.

 

K24

Top