• Saturday, 27 July 2024
logo

Li Amerîkayê ji ber pêla germa zêde 27 kes mirin

Li Amerîkayê ji ber pêla germa zêde 27 kes mirin

Li Amerîkayê li gelek eyaletan ji ber pêla germaya zêde 27 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya rojnameya Washington Post, li Amerîkayê pêla germa zêde li eyaletên California, Nevada, Arizona, Oregon, Washington û Idaho bandorê li ser 146 milyon mirovan dike.

Li Las Vegas a ser bi eyaleta Nevada dereceya germayê geheştiya 48.8ê û li bajarê Barstow a ser bi eyaleta California jî termometre 47.7ê nîşan didin û herwaha li rojavayê Amerîkayê di serî de li gelek herêman jî pêla germayê di asta rekor de ye.

Pisporên seqayê dibêjin heta dawiya heftiyê jî dê germa zêde berdewam bike û ji bo wê jî hişyariyê didin. Herwaha rayedaran ragehand, ji ber germa zêde li eyaleta California 14, li eyaleta Oregon 10, li eyaleta Maryland 2 û li Arizona jî kesekî heta naha jiyana xwe ji dest dane.

Pisporên tenduristiyê jî ragehandin, ew 27 kesên ku ji ber germa zêde jiyana xwe ji dest dane, hin ji wan zêdetirî 65 saliyê bûn, lê li gel wê jî hin kes jî gelek ciwan bûne û vê derbarê de hişyarî dan.

Li Amerîkayê di wan salên dawiyê de ji ber germayê amarên mirinê zêde dibe û di sala 2021ê de nêzîkî 1600 kesan, di sala 2022yê de nêzîkî 1700 kesan, di sala 2023yê de jî 2 hezar û 300 kesan ji ber germê jiyana xwe ji dest dan.  

 

Rudaw

Top