• Saturday, 27 July 2024
logo

Îtalya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina pêşmerge

Îtalya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina pêşmerge

Şandeke leşkerî ya Îtalî serdana wezareta pêşmerge kir.

Îro şandeke leşkerî ya Îtalî bi Serokatiya Fermandarê hêzên Îtalî yên li Kurdistanê Jeneral Fiolo Paolo serdana wezareta pêşmerge kir û li gel rayedarên wezaretê civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê metirsiyên DIŞIê bo ser ewlekariya deverê, reformên nava wezareta pêşmerge û yek xistina hêzên pêşmerge hatiye kirin.

Her di heman civînê de nîqaş li ser hevkariyên artêşa Îtalyayê yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û şanda leşkerî ya Îtalî jî diyar kiriye ku, hevkarî û piştîvaniyên Îtalyayê yên bo hêzên pêşmerge berdewam dibin.

Top