• Monday, 08 July 2024
logo

Li Amerîkayê êrîşkarekî li 7 kesan da û piştre jî xwe kuşt

Li Amerîkayê êrîşkarekî li 7 kesan da û piştre jî xwe kuşt

Li eyaleta Kentucky a Amerîkayê êrîşkarekî li heman malê de 4 kes kuştin, 3 kes jî giran birîndar kirin. Herwaha dema xwest bireve bi wesayîta xwe qeza kir û piştre bi awayê xwe kuştî hate dîtin.

Li eyaleta Kentucky ya Amerîkayê di malekî de êrîşeke çekdarî pêkhat û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kesên din jî giran birîndar bûn.

Rayedarên polîs jî ragehandin ku di êrîşê de 4 kes mirine û 3 kesên birîndar jî rewşa wan girane û ji nexwaşxaneyê re hatine veguhestin.

Li gor daxuyaniya polîs kesê êrîşkar dema xwestiye bireve bi wesayîta xwe qeza kiriye û piştre jî bi awayekî li xwe dayî hatiye dîtin û piştî ew rakirine nexwaşxaneyê jî li nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

 

Basnews

Top