• Friday, 05 July 2024
logo

Vahap Coşkun: Êrişên li ser penaberên Sûriyeyê provokasyon bûn

Vahap Coşkun: Êrişên li ser penaberên Sûriyeyê provokasyon bûn

Akademîsyen Doç Dr. Vahap Coşkun diyar kir ku êrişa penaberan a li gelek bajaran provokasyon bû û dewletê weke pêwîst mudaxaleyî bûyeran nekir.

Karvedanên êrişên li ser penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê berdewam dikin.

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Dr. Vahap Coşkun li ser bûyeran ji Nûçegîhanê Rûdawê Maşallah Dekak re axivî.

“Êrişkar nayên cezakirin”

Vahap Coşkun behsa zemîna êrişên li ser penaberan kir û wiha axivî:

“Ez wisa bawer dikim 3 aliyên meseleyê hene, aliyek ew e ku civakî ye pir zêde dijayetiya penaberan tê kirin, di her warî de di her qadê de em dijayetiyê dibînin.

Aliyê din jî partiyên siyasî ne. Hinek partiyên mixalefetê hemû siyaseta xwe li ser dijberiya koçberan û penaberan ava kirine.

Li gorî wan, li Tirkiyeyê çi biqewime çi pêk were sedema wê penaber in û penaberan sûcdar dikin û bertekên dijî penaberan zêde dibin.

Aliyekî din ê vê meseleyê jî aliyê hiqûqî ye. Ew kesên ku van karan dikin, ango dijberiya penaberan dikin li ser wan lêkolîn û darizandineke baş nayê kirin.

Ew kesên beşdarî van sûcan dibin cezayekî baş nastînin. Ew jî ji vê cesaretê distînin û bûyerên wisa bi berdewamî dikin. Ji ber wê jî divê em bi 3 aliyan li van bûyeran binêrin.”

“Dewletê bi derengî mudaxale kir”

Vahap Coşkun amaje bi wê yekê kir ku êrişkar li ser medyaya civakî organîze dibin û wiha got:

“Li aliyê din provaksyoneke mezin heye, ev kes di medyaya civakî de organîze dibin daxuyaniyan belav dikin û dibêjin, ‘em dê bi ser taxên Sûriyeyiyan de bigrin’ û ev hemû li ber çavê dewletê çêdibe û dewlet jî tedbîrên baş nastîne.

Li Qeyseriyê saet 21:00an bûyeran dest pê kir û belê heta saet 04:00an sibehê berdewam kir lê belê dewletê mudaxale nekir.

Ev jî gelekî balkêş e. Divê em vê jî li ber çavan bigirin.  Bûyer bi tenê li Qeyseriyê nema belav bû û li 5 bajarên din jî ev bûyer çêbûn.

Em dizanin di dîroka Tirkiyeyê de provokasyonên wisa hene.

Eger dewletê mesele sist negirta rê li ber van bûyeran bigirta dê ev bûyer wisa mezin nebûya û ew provokayon çênedibû.”

Li gorî gotina Vahap Coşkun siyaseta li dijî penaberan ne di berjewendiya AK Partiyê de ye.

Vahap Coşkun di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya piştgiriya xwe ji bo penaberan aniye ziman.

 Çi bûbû?

Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê kesekî ji Sûriyeyê destdirêjî li zarokeke 5 salî ya Sûriyeyî kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, gelek kes kom bûn. Girseyê xanî, dikan û otomobîlên Sûriyeyiyan şewitandin.

Li hêla din, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser asayîkirina pêwendiyan peyaman didin.

Piştî van peyaman, li Sûriye û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ji ber egera pêwendiyên Enqere û Şamê xwepêşandanên tund tên lidarxistin.

Li bajarên Efrîn, Mare, El-Bab, Ezaz, El Raî û Îdlibê yên ku di bin dagirkeriya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de ne, gelek çalakiyên mezin hebûn.

Alayên Tirkiyeyê hatin daxistin

Di çalakiyan de alayên Tirkiyeyê hatin daxistin, posterên Erdogan hatin şewitandin, barhilgirên ku ji Tirkiyeyê derbasî nav Sûriyeyê bûn hatin gulebarankirin û şewitandin.

Li Efrînê şer û pevçûn

Hat ragihandin ku li Efrînê jî wesayîtên ku ji Tirkiyeyê dihatin bi heman awayî rastî êrişan hatin.

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê yên li Efrînê berfireh bûne û li hin deveran şer û pevçûn derketin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyeke herêmî, di encama şer û pevçûnan de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Li Tirkiyeyê gelek êriş

Piştî van bûyeran li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên wekî Hatay, Edene, Qeyserî, Bursa, Riha, Dîlok û Kilîsê êrişî Sûriyeyiyan hat kirin.

 

Rudaw

Top