Agireke mezin bi daristanên Îzmîrê ket
![Agireke mezin bi daristanên Îzmîrê ket](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240630145626_original_35.jpg )
Ji duhê ve heta niha nehatiye vemirandin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê êvarê agireke mezin berbûye daristanên Îzmîrê û rixmî hewldanên aliyên têkildar hîn jî ev agir nehatiye vemirandin.
Ji aliyê xwe ve wezîrê daristanên Tirkiyeyê jî ragihandiye ku, hewldanên me bo vemirandina agirê didomin û tenê duhê li Tirkiyeyê bi giştî 44 bûyerên agir berbûnê hatine tomarkirin.