• Tuesday, 18 June 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Hewlên me bo çareser kirina kêşeyan berdewamin

Mesrûr Barzanî: Hewlên me bo çareser kirina kêşeyan berdewamin

Îro navenda Eagle post vekir.

Îro li Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî navenda gehandin û posteyê bi navê Eagle post vekir û di merasîmê de gotarek jî pêşkêş kir.

Di destpêka gotara xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir ku, ev proje porjeyeke hevbeş ya kerta taybet û kerta giştiye, ev jî beşeke ji bernameya hikûmeta herêmê bo pêşde birina kerta gehandin û veguhastin û posteyê û em dixwazin ev kerta han li gor lezatiya pêşkeftinên serdemê pêş bikeve û xizmetgozariyan pêşkêş bike.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku, ev proje dibe sedema zêdetir bihevre girêdana bajar û bajarokên Kurdistanê bihevre û asankariyên gelek zêde di warê cîhbicîh kirina karûbarên rojane de pêşkêş dike, herwiha dibe sedema kêm kirina brokirasiyê û pêşde birina dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan.

Serokwezîr behsa vê yekê jî kir ku, ev navenda han dibe sedema zêdetir bûna liv û tevgerên bazirganiya dîcîtalî di navbera herêma Kurdistanê û derve de.

Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime karûbarên vê navendê bi awayeke baş werin meşandin û bibe sedema werçerxaneke girîng di warê poste û gehandinê de.

Serokwezîr behsa girîngiyeke din ya vê navendê kir û ragihand ku, ev navend me neçar dike ku, berê xwe bidin wareke din ku, ev jî adires û diyarî kirina cîh û şêwinaye ku, lazime li Kurdistanê de ev yek dubare were serrastkirin û bi awayeke nûjen were sazimanîkirin.

Di berdewamiya gotara xwe de Serokwezîr behsa hewldanên hikûmeta herêmê bo çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federalî jî kir û ragihand ku, spasiya berxwedana xelk dikim ku, rê neda planên hin kesên ku, dixwastên pêgeha herêmê lawaz bikin ser nekevin, em bi berdewamî bo çareser kirina kêşeyan li gel hikûmeta federalî di nava têkiliyan dene û niha gelek nêzî qonaxa dawiyê bûne û hêvî dikim me karîbe xizmeteke baştir pêşkêşî xelkê Kurdistanê bikin.

 

Top