• Wednesday, 26 June 2024
logo

Gola Meydanê ji ziwabûnê rizgar bû

Gola Meydanê ji ziwabûnê rizgar bû

 Gola Meydanê ya li Wanê ku par hindik mabû ziwa bibe, îsal bi saya barana gur dîsa gihîşt asta xwe ya berê.

Gola Meydanê ya li navçeya Erdîşa Wanê ku 36 kîlometreyan dûrî navçeyê ye par ji ber ku baran kêm barî û hewa pir germ bû beşeke xwe ya mezin kêm kir û biçûk ma.

Li Wanê û navçeyê wê îsal şiliyeke zêde hebû û asta ava gol û bendavan bilind bû.

Piştî barana îsal ava Gola Meydanê dîsa zêde bû û gol gihîşt asta xwe ya berê.

Berf û baran zêde barîn

Akademîsyenê Zanîngeha Yuzuncuyilê ya Wanê  Dr. Mustafa Akkuş ragihand ku îsal berf û baran li gorî demsalê zêde barîn.

Dr. Mustafa Akkuş diyar kir ku çend golên mezin û biçûk yên diherikin Gola Wanê ji ber baranê dîsa tije bûn û wiha got:

"Gola Meydanê ev du sal bûn hema bibêje ziwa bûbû. Li vir erazî hişk bûbû.

Lê îsal ji ber ku berf û baran li gorî demsalê zêde barîn, em rastî dîmeneke nuwaze hatin."

“Eger av nebe mirov nikare behsa jiyanê bike”

Akkuş anî ziman ku ew hêvî dikin ev rewşa nûwaze salên pêş jî dewam bike û wiha domand:

"Eger av nebe mirov nikare behsa jiyanê bike. Par dema ku em hatin vir, me xirbeyên kevin li qiraxa avê dîtin.

Îsal xirbe di nav avê de mane. Ev jî nîşanî me dide ku ev gol bi salan e negihîştiye vê astê."

Asta ava Gola Wanê jî 35 santîmetreyan bilind bû

Li Wanê baran û şiliya herî zêde ya salên dawî, di zivistan û bihara sala 2024an de bariyan.

Şiliya zêde bandoreke erênî li asta bendav û golan kir.

Piştî baran û şiliya zêde 2 bendav bi temamî tijî bûn û asta ava 2 bendavan jî ji roja avakirinê ve gihişt asta herî bilind.

Herwiha asta ava Gola Wanê jî 35 santîmetreyan bilind bû.

 

Rudaw

Top