• Wednesday, 03 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Li seraserê Kurdistanê berdewam dibin li ser xizmet kirinê

Mesrûr Barzanî: Li seraserê Kurdistanê berdewam dibin li ser xizmet kirinê

Li Riwandizê projeyeke torîstîkî vekir.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo îdareya serbixwe ya Soranê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî danîna kevrên bingehîn yên sê projeyan û civîna li gel rayedarên Soranê, serî li Riwandizê jî da û kevre bingehîn ya projeya ekvapark ya Riwandizê jî danî.

Di merasîmê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku, hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser pêşkêş kirina xizmetgozariyan bi tevahiya welatiyan li seraserê Kurdistanê û anî ziman ku, bi piştîvanî û berxwedana xelkê nîştimanperwer dikarin tevahiya stengî û qirîzan derbas bikin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, hikûmet girîngiyeke gelek zêde bi kerta torîstîkî dide lewre hevkarî û karasanî bo projeyên taybet yên kerta torîstîkî dike.

Mesrûr Barzanî behsa rola devera Soranê di her warî de kir û got: Devera Soranê devereke gelek girîng çi di warê torîstîkî, çi di warê bihevre jiyanê û çi di warê abûrî de jî lewre lezime zêdetir xizmeta vê deverê were kirin û pêwîste çanda bihevre jiyana aştiyane jî li vê deverê were parastin û bihêztirkirin.

Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku, di bername û plana hikûmetê de heye daku, di demên pêşde projeyên girîng û zêdetir li wan deveran cîhbicîh bike.

 

 

 

Top