• Monday, 17 June 2024
logo

Saziya Keşnasiyê ji bo 13 parêzgehan hişyariya barana gur da

Saziya Keşnasiyê ji bo 13 parêzgehan hişyariya barana gur da

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li 13 parêzgehan barana gur dibare û ji wan 7 parêzgeh ên Bakurê Kurdistanê ne.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Dîlok, Semsûr, Kilîs, Erzirom, Qers, Meletî û Wanê baran dibare û egera lehiyê heye.

Saziyên pêwendîdar hatine hişyarkirin ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin da ku zerar çênebe.

Hat ragihandin ku li parêzgehên Tirkiyeyê pileya germê ji 1  heta 3 pileyan dadikeve lê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji 3 heta 5 pileyan bilind dibe.

Doh jî li çend parêzgehên Îdir, Qers û Erziromê jî ji ber barana zêde û teyrokê lehî rabû û zerereke mezin gehiştiye zeviyên çandiniyê.

 

Rudaw

Top