Komîteya Navendî ya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî çend pirsekî giring gotûbêj dike
![Komîteya Navendî ya PDKê bi serokatiya Serok Barzanî çend pirsekî giring gotûbêj dike](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240526140616_original_36.jpg )
Biryare îro 26.05.2024ê Komîteya Navendî ya PDKê bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ji bo gotûbêjkirina li ser çend pirseke giring dicive.
Li gor zanyariyên BasNewsê civîn îro 26.05.2024ê demjimêr 11:00ê dê di serokatiya Serok Barzanî de dest pê bike.
Derbarê naveroka civînê û li gor zanyariyên BasNewsê; Gotûbêj derbarê rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistan û Iraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, peywendiyên PDK û aliyên siyasî, ku bi hûrî gotûbêj dê li ser bên kirin û pirsa helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî beşeke giring a civînê ye.
Basnews