Devlet Bahçelî li ser şewata li Mêrdîn û Amedê çi got?
![Devlet Bahçelî li ser şewata li Mêrdîn û Amedê çi got?](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240626135939_original_9.jpg )
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser şewata li Mêrdîn û Amedê hinek peyam dan.
20ê vê mehê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû.
Heta niha 15 kesan wefat kiriye û xisareke gelekî mezin a madî heye.
“Bê guman dê sedemên şewatê werin tesbîtkitin”
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser vê şewatê got:
“Em bawer dikin dê bi tifaq û alîkariyê hemû pirsgirêk werin çareserkirin. Bê guman dê sedemên şewatê werin tesbîtkitin.”
Piştî şewatê gelek nijadperestan li ser hesabên xwe yê torên civakî Kurd kiribûn hedef û gelek kesan gotibû ku ew ji bo şewatê kêfxweş in.
Baroya Amedê piştre ragihandibû ku ew dê giliyê wan kesan bikin.
Devlet Bahçelî got ku ev tişt “komplo” ye û li pey çû:
“Xuya ye ku armanca Baroyê çi ye. Provokatorên ku biratiya me ya hezar salî dikin hedef xuya ne.”
Li hêla din, Devlet Bahçelî piştî civîna partiya xwe demekê rûnişt û dema rabû ser xwe jî bi zehmetî meşiya.
Rudaw