• Saturday, 27 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê bû sedema destkeftên gelek mezin

Mesrûr Barzanî: Şoreşa Gulanê bû sedema destkeftên gelek mezin

Dibêje planên dijminan di encama şoreşê de hatin pûçkirin.

Cîgirê Serokê PDK Mesrûr Barzanî di 48mîn salvegera Şoreşa Gulanê de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Di 48mîn salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê de, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî cenabê Serok Barzanî, pêşmergeyên qehreman, tevahiya pêşmerge û têkoşerên beşdar di şoreşê de dikim.

Şoreşa Gulanê şopdarê şoreşa mezin ya Îlonê bû bi Rêberatiya Barzaniyê nemir, hêvî û omîdeke gelek zêde bo xelkê Kurdistanê vegerand û planên dijminan yên li dijî gelê Kurdistanê yên ku, dixwestin dawî bi şoreş û xebata rewa ya xelkê Kurdistanê ya bo bidest anîna mafên rewa bînin, pûç kir.

Berxwedana gelê Kurdistanê, yekrêzî û yekhelwestiya hêz û aliyên Kurdistanî bû sedema bidest anîna çend destkeftên mezin yên nîştimanî ku, yek ji wan destkeftên mezin jî raperîna biheybet ya buhara 1991an, hilbijartina parlemento û pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê bû.

Di bîranîna 48mîn salvegera destpê kirina şoreşa Gulanê de, bi rêzdarî ve tevahiya xebatkar û têkoşerên beşdar di nava vê şoreşê de bi taybetî Îdrîs Barzaniyê hertim di hizir de bibîr tînin.

Silav bo rihê paqêj yê şehîdên şoreşa Gulanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê.

Cîgirê Serokê PDK

Mesrûr Barzanî

 

 

Top