Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan nameyeke serxweşiyê belav kir
Seokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya xwedê jê razî, Dilêr Hecî Meşhud Mela Emîn peyameke serxweşiyê sersaxî arasteyî malbata wî kir.
Naveroka nameyê:
Birêz Hecî Meşhud Mela Emîn ez ji bo koça dawî ya kurê we yê xwedê jê razî Dilêr, serxweşî û sersaxiyê ji we û malbata we ya birêz dikim û hevparê xema we me û xudayê mezin canê wî bi behiştê şad bike û sebir û aramiyê bi we bibexşe.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan
Mesrûr Barzanî
Basnews