• Tuesday, 16 April 2024
logo

Argeş ê biçûk di girtîgehê de ket 3 saliya xwe

Gulan Media November 6, 2010 Civakî
Argeş ê biçûk di girtîgehê de ket 3 saliya xwe
Argeş ê biçûk, ku di 24ê Kanûna 2009an de di operasyona KCKê ya li Wanê ligel dayika xwe Eylem Açikalin hatibû girtin, li girtîgehê ket 3 saliya xwe. Argeş, niha ligel dayika xwe li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê dimîne û ji ber rewşa psîkolojîk û stresê pora wî sipî bû.

Li welatên ku demokrasî li wan pêşneketiye û mafên mirovan nîne dema mafên mezinan tên binpêkirin, zarok jî rastî heman rewşê tên. Tirkiye ku herdem ji ber "yekem welatê cejin diyarî zarokan kiriye" pesnê xwe dide, qanûn û giştînameyan derdixe û piratîze nake, di encama polîtîkayan dijî demokrasiyê de zarokan jî dixe girtîgehan.

Herwiha Tirkiyê li gel ku îmze avêtiye bin Peymana Mafên Zarokan jî tu şertên wê bicîh nayîne û her roj derbarê binpêkirinên mafên zarokan de bûyerek diqewime. Dema ev zarok li erdnîgariya Kurd lê dijîn e jî rewş hê zor û dijwartir dibe. Zarokên di nava pevçûnan de li herêmên ji dayik dibin, an di sînorên birçîbûnê de jiyana xwe didomînin, an jî ji ber kevir avêtine xwe di nav çar dîwaran de dibînin.

Mînaka vê rastiya Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê ye. Di 24ê mijara 2009an de zarokê bi navê Argeş ê 3 salî bi dayika xwe Eylem Açikalin re di operasyona "KCK" ya li Wanê de hate binçavkirin û girtin. Argeş, niha bi dayika xwe re li Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê ye. Ji ber rewşa psîkolojî û stresê wî sipî dibe.

Argeş ê biçûk, di navbera dîwarên sar ê girtîgehê de nizane çima lê ye û dipirse; "Ev çiye?" Argeş, îro ket 3 saliya xwe. Argeş, gelek caran dema di navbera dîwarên bilind û sar de ezmanên şîn dibîne çavên xwe mezin vedike û temaşe dike. Di nameyên ji girtîgehê re tên şandin de, tê gotin ku Argeş ê biçûk beriya 11 mehan dema bi dayika xwe re hatiye binçavkirin, heta 7 saetan li Şaxa TEMê tenê hatiye hiştin û qerîn pê ketiye. Argeşê ji ber vê yekê jî dema derî hişk tên girtin, ji dengê bilind û zilamên sivîl ên bi rî ditirse.

Argeş, ji ber tirsên hatine sere wî naxwaze deqeyekê jî ji dayika xwe biqete. Ji ber bavê Argeş Îlkîz Açikalin pizîşk e neçar maye kurê xwe li cem dayika wî bihêle. Açikalin, da zanîn ku demekê Argeş ji girtîgehê derxistiye biriye malê û got: "Dema me ew anî malê, ji ber timî digriya û dayika xwe dixwest me dîsa bir cem dayika wî. Naxwaze ji dayika xwe qût bibe. Û dema dibim cem dayika wî jî bi zorê ji min qut dibe. Ji ber ketin û derketina girtîgehê gelek nerehet dibe û evna stresê jê re çêdike. Pêdiviya wî bi alîkariya derûnî heye."

'Şert û mercên girtîgehê ji bo zarokan nebaş e'
Açikalin derbarê pirsgirên tendûristî yên Argeş de diyar kir ku şertên girtîgehê ji bo zarokekî di wî temenî de nebaş e û girtîgeh psîkolojiya zarokan têk dide. (DİHA)
Top