• Thursday, 25 April 2024
logo

10 Welatiyên Herêma Kurdistanê bi AIDSê ketine, dû ji wan mirine

Gulan Media November 5, 2010 Civakî
10 Welatiyên Herêma Kurdistanê bi AIDSê ketine, dû ji wan mirine
Li gor texmînên Wezareta Tendirustî ku pirsgirêka wê ya îstatîstîkên nexweşiyên seksî heye, kesên bi nexweşiyên seksî dikevin li Herêma Kurdistanê zêde dibin. Pisporê nexweşiyên seksî Îmad Nacî bo Rûdawê ragehand: "Heftane bûyereke derketina nexweşiyeke seksî li cem me derdikeve."

Lê li gor texmînan, jimara kesên bi nexweşiyên seksî ketine, zêdeyî 10 hezar kesane. Rêveberê Ragihandinê li Wezareta Tendirustî Xalis Qadir diyar kir ku: "Heta niha 76 bûyerên hilgirên virusa AIDSê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ku 10 ji wan hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bûn. 2 ji van kesan jiyana xwe ji dest dan."


Sedemên nexweşketinê li Kurdistanê

Xalis Qadir dide zanîn ku `rêjeya nexweşiyên seksî li Kurdistanê zêde dibe` û 8 sedeman ji vê yekê re destnîşan dike: Zêdebûna jimara daniştvanan, vebûna sînorên Herêma Kurdistanê, têkilbûna zêde ligel xelkê, zêdebûna diyardeya laşfiroşiyê, zêdebûna çûnûhtina xelkê Kurdistanê bo derve, zêdebûna bikaranîna madeyên hoşber, anîna karkerên biyanî û geştûguzar.


Piraniya nexweşan ciwan in

Li gor analîzên Wezareta Tendirustî li ser jimara kesên bi nexweşiyên seksî ketine û hilgirên virusên van nexweşyan li Herêma Kurdistanê, jimara wan di navbera 5-10 hezar kesan de ye. Qadir van jimaran `asayî` dibîne, axaftinên mele û hinek lêkolerên warên jinan ku pir caran hişyariyê didin ji zêdebûna diyardeya laşfiroşiyê û derketina nexweşiyên seksî wek`mezinkirin` dibîne û dibêje: "Hinek ji van meleyan ji ber xwe ve daxifin, ne merce zêdebûna diyardeya laşfiroşiyê bike zêdebûna nexweşiyên seksî bi pilyeke zêdeir. Piraniya nexweşên bi nexweşiyên seksê ketine û hilgirên virusên van nexweşiyane li Kurdistanê ciwan û ji çînên girîng ên civaka Kurdistanê ne."

Li gor serjimêriyên Wezareta Tendirustî, jimara nexweşên bi nexweşiya kulbûna kezebê, nemaze corên B û C, bi taybetî ya yekem ku di encama kirina karê seksî digihe mirov, ya dûyem jî bi rêya veguhastina xwînê, piraniya nexweşên bi nexweşiyên seksê li Herêma Kurdistanê pêk tînin û ev nexweşî berbelavtire di nav nexweşiyên seksî yên din de.


Seyelan `herikîn` nexweşiya herî belave li Kurdistanê

Dr. Îmad Nacî Ebdulla bo Rûdawê daxwiyand: "Rojane bûyereke tûşbûna bi nexweşiyên seksî li cem me derdikeve. Nexweşiya herî zêde Seyelane ku bi rêya bektîriyayan digihe mirov, ev jî bi rêya kirina seksa ne rewa tê veguhastin, dibe carna bi rêya seksa ne rewa ji mêrekî yan jineke nexweş ku têkiliyên wî/wê yên seksî li derveyî malbatê jî hene veguhêze bo hevsera/ê wî/wê."

Derbarê nîşanên vê nexweşiyê jî, navbirî dibêje: "Mêr bi vê nexweşiyê dikevin, sibehan dema şiyarbûnê ji xewê mirov hest bi bûna deravêjên zer ji endamên zayendî dike, carna jî xwîn ji wan tê. Ev nexweşî pişt re dibe sedemê mirinê."


ADIS di hundirê sê salên dahatû de li Kurdistanê derdikeve

Dr. Îmad diyar dike ku heye nexweşiyên seksî nemaze AIDS zêde bibin û piştî sê salan li Herêma Kurdistanê derkeve ji ber: "Piştî 3 salan dema mirov bi ADISê dikeve tê naskirin, ev jî karesatê derdixe, loma dibe piştî sê salên din bibînin ku pirsgirêk mezintire."

Li gor serjimêriyên Wezareta Tendirustî, jimara kesên nexweş bi kulbûna kezebê corên B û C di sala 2007an de tenê 621 ji core yekem û 283 ji core dûyem bûn. Lê ev jimara di sala borî de zêde bûye û jimara nexweşên kulbûna kezebê ji core B gihiştiye 1370 nexweşan, û core C jî gihiştiye 446 nexweşan.

Pispora nexweşiyên çerm Seba Elî Reşîd, ji xeynî zêdebûna çûnûhatina daniştvanên Herêma Kurdistanê bo derve û hatina biyaniyan bo Herêma Kurdistanê, dibêje: "Hinek karên taybet jî dibin sedemê derketina nexweşiyên seksî û veguhastina wan. Dûrbûna bi demeke dirêj a mêr ji hevsera xwe jî sedemeke, nemaze bazirganên gelekî malên xwe tenê dihêlin û ji malên xwe dûr in, ev rê xweş dike li ber nexweşketina wan." Li gor Seba, blukeya seksî zêdetirîn û berbelavtirîn core nexweşiyên seksî ye ku jin pê dikevin li Kurdistnê: "Piraniya nexeşan jin in, keç kêmtir pê dikevin. Nexweşketina bi kansera endamên zayînê yên jinan ji ber nexweşketina wan bi nexweşiyên seksî ye ku di dawî de dibe sedemê mirina wan."

Li gor serjimêriyên Wezareta Tendirustî, heta niha 76 hilgirên virusa AIDSê li Herêma Kurdistanê hene, di nav wan de 10 hevwelatiyên Herêma Kurdistanê hebû ku 2 ji wan jiyana xwe ji dest dane. 66 kesên din jî ji daniştvanên derveyî Herêma Kurdistanê bûn.

Rêveberê Ragihandinê li Wezareta Tendirustî Xalis Qadir behsa jimara hilgirên virusa AIDSê li Herêma Kurdistanê dike û dibêje: "Heta niha 76 bûyer û nexweş hatine tomarkirin, 66 ji van kesan ji wan biyaniyan bûn ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, 10 ji wan jî Kurd bûn, ku 2 ji wan mirin. Tevî ku jimara kesên bi wan nexweşiyan ketine zêde ne, lê tu serjimêriyên me derbarê hinek nexweşiyên seksî de nînin." Xalis Qadir eşkere dike ku: "Pirsgirêka me ya serjimêriyê di nexweşiyên seksî de heye, ji ber gelek nexweş an serdana klînîkan dikin an serdana derveyî Herêma Kurdistanê dikin û nayên nexweşxanên mîrî, loma amarên me bi tevahî ne dirust in, lê yên AIDSê rast in."

Derbarê parastina tendirustî li Kurdistanê, ku wek welatekî paqij di warê nexweşiyan de dihat jimartin, Xalis Qadir destnîşan dike ku salane 100 hezar teset bo nexweşiyên seksî li Herêma Kurdistanê tên kirin nemaze li kesên ku guman li ser wan hene: "Ji yên ku zêde xwînê didin da ku bizanin ku gelo ev kes hilgirên virus in an na, ewên zêde gurçikan dişon, ên ku li ser kiryarên seksî tên girtin, ewên ji derve tên hundirê Kurdistanê, herwiha karkerên ku li cihên giştî yên mezin kar dikin, girtî, nemaze yên li ser kiryara seksî tên girtin, kesên ku kezeba wan nexweşe."
Avestakurd/Hêmin Baban Rehîm
Top