• Thursday, 09 May 2024
logo

Peyama Serokê herêmê ya bi helkefta salvegera rojnamevaniya Kurdî

Gulan Media April 22, 2024 Nûçe
Peyama Serokê herêmê ya bi helkefta salvegera rojnamevaniya Kurdî

Bi helkefta 126 saliya roja rojnamevaniya Kurdî û derxistina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ya rewanşad Mîr Miqdad Bedirxan û 26emîn saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û ji wan ra serkeftinê dixwazim.

Bi vê minasibetê, ez tekîdê li ser zemîne û jîngeheke teşwîqkar ji bo karê medyayê, hêsankirina ji bona ku destê rojnamevanan bingehê çavkaniyên zanyariyan, bê cudahî û dûrketina ji sînordarkirin û sansurê dikim, da ku rojnamevan karibin rola xwe ya pîşeyî di çavdêrîkirina saziyan û bilindkirina hişyariya xelk û dirustkirina raya giştî da bilîzin û bibin faktor û karekî girîng di pêvajoya avakirin û pêşxistina demokrasiyê û vebûna civakê da.

Tevî ku ez piştgiriya xwe ya tevahî ji bo rojnamevanan û baweriya xwe ya neguher bi azadiya çapemenî û derbirînê wekî prensîba bingehîn ya her civakek demokratîk û azadîxwaz dubare dikim, ez bang li rojnamevanan dikim ku li gorî yasaya rojnamegeriyê û exlaqê rojnamegeriyê di rastgoyî, hevsengî, bê alî dûrketin ji nûçeyên saxte û zimanê zivir tevbigerin, herwesa aştiya civakî, aramiya siyasî û berjewendiyên bilind yên gel û welat biparêzin.

Di heman demê da, em rola rêxistinên navxweyî û navdewletî taybetî di şopandina rewşa azadiya rojnamevanî û ragihandinê da li Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin. Em dupat dikin ku divê aliyên peywendîdar li gor yasaya rojnamegeriyê li Kurdistanê di gel her dosyeyeka warê rojnamevaniyê da tevbigerin.

Silav ji bo bîranîna rojnamevanên şehîd û ew rojnamevanên pêşeng yên ku di serdema şoreş û azadiyê da canê xwe ji bo gihandina rastiyê û pêşxistina rojnamevaniya Kurdistanê gorî kirine.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

22ê nîsanê 2024

Top