• Wednesday, 08 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Em piştîvaniya azadiya medyayî dikin

Gulan Media April 22, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Em piştîvaniya azadiya medyayî dikin

Dibêje lazime kesên medyakar nîştimanperwer bin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê di 126 saliya rojnamegeriya Kurdî de peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyama hane;

Di bîranîna roja Rojnamegeriya Kurdî û çap kirina yekem hijmara Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîr Mêqdad Midhet Bedirxane ve û salvegera damezrandina sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê de, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya Rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

Cîhê serfiraziyê ye ku, medyakar li herêma Kurdistanê bi saya hikûmeta herêma Kurdistanê dikarin bi azadî û bêyî ti sansorek, karên xwe yên pîşeyî bikin û xwedan azadiyeke temamin bo rexne kirin û behs kirina binpêkariyan, kêm û kurtiyan û kêmterxemiyên hikûmetê, hikûmet jî weke hertim hevkar û alîkarê Rojnamevan û medyakarên Kurdistanê dibe daku, bi hevkariya tevahiya aliyan bikarin Kurdistan di her warekê de ber bi qonaxeke pêşkeftîtir ve bibin.

Hêvî dikim armanca sereke ya medyakarên Kurdistanê gehandina rastiyan, pêşxistina Kurdistanê, xizmet kirina xelkê Kurdistanê, berevanî kirin ji mafên gelê Kurdistanê, parastin û geşe pêdana pêgeha destûrî ya herêma Kurdistanê be.

Lazime medyakarên Kurdistanê hertim di eniya nîştiman de bin û rê nedin bi navê rojnamegerî , sivêkatî bi buhayên nîştimanî û berejwendiyên bilind yên xelkê Kurdistanê were kirin û nabe zimanê tundî û kiriyarên nerast yên sivêkatî kirin bi xelkê were bikaranîn.

Roja rojnamegeriya Kurdî pîroz be û di vê bîranîna han de her cure piştîvaniyeke xwe û hikûmeta herêma Kurdistanê bo karên rastîn yên rojnamegerî û azadiya ramanê li herêma Kurdistanê dubare dike.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top