• Thursday, 09 May 2024
logo

Balyozê Iraqê li Tirkiyê: Serdana Erdogan a Bexdayê de gotûbêj derbarê henardekirina petrola Kurdistanê de dê bê kirin

Gulan Media April 21, 2024 Nûçe
Balyozê Iraqê li Tirkiyê: Serdana Erdogan a Bexdayê de gotûbêj derbarê henardekirina petrola Kurdistanê de dê bê kirin

Balyozê Iraqê li Tirkiyê derbarê serdana Erdogan bo Bexdayê de ragehand, gotûbêj dê derbarê destpêkirina henardekirina petrola Kurdistanê ya bi rêya Tirkiyê ve dê bên kirin, herwaha dosyayên ewlehî, aborî, enerjî, geşepêdan û dosyayên avê jî dê bên gotûbêj kirin û rêkeftina stratejîk dê bê îmza kirin.

Duh 20.04.2024ê balyozê Iraqê li Tirkiyê Macid El Cimawî derbarê serdana serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan a ji bo Iraqê de ragehand, dê serdana Erdogan de hin rêkeftinên stratejîk bên îmza kirin.

Li gor daxuyaniya balyozê Iraqê li Tirkiyê, gotêbêj dê derbarê ewlehî, aborî, geşepêdan, dosyaya enerjî û avê, li gel dubare destpêkirina henardekirina petrola Kurdistanê bi rêya Tirkiyê ve dê bên gotûbêj kirin.

Herwaha diyar kir, herdu welat hewl didin ji bo baştirkirina peywendiyên xwe, di çarçoveya proje û lihevtêgeheştina hevbeş de ku di navbera herdu aliyana de hatine îmza kirin.

Biryare roja 22.04.2024ê Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ji bo serdaneke fermî bigehe Bexdayê, li gel Serokomar û Serokwezîrê Iraqê bicive û piştre jî serdana Hewlêrê bike û li gel berpirsên Herêma Kurdistanê bicive û serdan dê rojekî berdewam bike.

Li gor zanyariyên çapemeniyê ew serdana Erdogan bo Iraqê xwedî giringî û taybet e. Ji ber ev 12 sale serdana Iraqê nekirye û ev yek jî wek nîşaneya li hev nêzîkbûna herdu welatan tê pênase kirin.

 

Rudaw 

Top