• Thursday, 09 May 2024
logo

Wezîrê Parastinê yê Îraqê: Amerîka dê çekan bide me

Gulan Media April 21, 2024 Nûçe
Wezîrê Parastinê yê Îraqê: Amerîka dê çekan bide me

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebas ragihand ku Wezareta Parastina Amerîkayê dê çekan bide hêzên asmanî yên Îraqê û li ser vê babetê peymana wan heye.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî 13ê Nîsanê çû Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Joe Biden û gelek berpirsên din ê Amerîkayê re civiya.

Di wê serdanê de Amerîka û Îraqê li ser mijarên, ewlehî, aborî, enerjî û gelek babetan 18 peyman îmze kirin.

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebas li Silêmaniyê di konferanseke rojnemegerî de pirsên nûçegihanê Rûdawê bersivandin.

Sabit Ebas, li ser pirsa dayîna çekên asmanî Sabit Ebas ji Rûdawê re got:

“Ji bo çek bi hêzên me yên asmanî bên dayîn peymana me hebû ku Nûnerê Wezareta Parastina Amerîkayê jî ew peyman îmze kiriye.

Piştî civînên bi aliyên Hevpeymaniya Navneteweyî re me çend qonax derbas kirin.

Pêngavên peymana me jî pêşde çûn. Di van demên nêzîk de dê civîneke me ya din jî were kirin.”

“Pêwîstiya me bi piştgiriya asmanî heye”

Sabit Ebas behsa hevkariya di navbera Wezareta Parastina Îraqê û Hevpeymaniya Navneteweyî de jî kir û wiha got:

“Di civînan de me tekez kir ku divê hevkariya me bi Hevpeymaniya Navneteweyî re berdewam bike.

Hinek caran jî pêwîstiya me bi piştgiriya wan a asmanî heye.”

Îraq û Amerîkayê sala 2008an 2 peyman îmze kirin.

Navê ya yekem “Peymana Sofa” ya duyem jî “Peymana Çarçoveya Stratejiyê” ye.

Leşkerên Amerîkayê Çiriya Peşîna 2011an ji Îraqê vekişiyan û peymana yekem bi dawî bû.

Peymana duyem jî peymaneke berfireh e ku ne tenê ewlehî, siyasî, dîplomatîk, çandî, perwerdeyî, jîngehparêzî û gelek mijarên din li xwe digire.

Herwiha dema bi dawîbûna wê peymanê nehatiye diyarkirin.

Komîteya Bilind a Leşkerî ya di navbera Îraq û Amerîkayê de çend caran ji bo diyarkirina rewşa pêwendiyên Îraqê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê civiyan.

Di civînan de karê Komîteya Bilind a Leşkerî hat gotûbêjkirin.

Komîteyê Çiriya Paşînê dest bi xebatên xwe û civînan kirin.

Komîte, metirsiya DAIŞê, biryarên operasyonê, rewşa ewlekarî û şiyanên hêzên ewlehiyê dinirxînin.

 

Rudaw

Top