• Wednesday, 08 May 2024
logo

Serok Barzanî bi boneya 30 saliya derketina kovara Gulan peyameke pîrozbahiyê belav kir

Gulan Media April 21, 2024 Nûçe
Serok Barzanî bi boneya 30 saliya derketina kovara Gulan peyameke pîrozbahiyê belav kir

Seroka Barzanî di peyamekî de di salvegera derketina kovara Gulanê de dibêje, kovara Gulan,  hewil daye bibe bingehek ji bo belavkirina çanda hevgirtinê û lêborînê û pêkvejiyana di navbera tevahiya ol û neteweyên cuda yên li Kurdistanê û Gulan hemû demê jî navendeke azad bûye ji bo berhevkirina nêrînên cuda  yên destebijêr û pisporên herêmî û derve.

Naveroka daxuyaniyê:

Binavê xwedayê mezin û dilovan, birêz sernivîskar û karmend û endamên kovara Gulan, ez bi boneya 30emîn salvegera kovara Gulan, pîrozbahiyên xwe yên gerim pêşkeşî tevahiya karmend û endamên kovara Gulan  û xwendekarên we dikim.

Kovara Gulan di nava pêbendiya bi bingehê neteweyî û niştimanî de kariye bi awayekî pir pîşeyî xizmeta rojnamegeriya kurdî û dîroka neteweyî û niştîmaniya Kurdistanê bike û hewildaye bibe bingehek ji bo belavkirina çanda hevgirtinê û lêborîn û pêkvejiyana di navbera tevahiya Ol û netewên cuda yên Kurdistan û hemû demê jî navendeke azad bûye ji bo komkirina nêrînên cuda yên destebijêr û pisporên herêmî û yên derve.

Bi vê minasebetê careke din spasiya we dikim ji bo hewlên we û hêvîdar im hûn zêdetir li ser pirensîpên netewî pêbend bin, û roleke zêdetir di belavkirina çanda lêborîn û pêkvejiyana neteweyî û olên cuda li Kurdistanê de bilîzin.

Mesûd Barzanî

20.04.2024

 

 

Top