• Wednesday, 08 May 2024
logo

Li du cihên cuda li Başûrê Kurdistanê du jinan xwe şewitandin

Gulan Media October 29, 2010 Civakî
Li du cihên cuda li Başûrê Kurdistanê du jinan xwe şewitandin
Li bajaroka Kelarê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve jineka 24 salî ji ber arîşeyeke malbatî xwe şewitand.

Mulazim Kameran Casim Efserê Bingeha Polîsê Nexweşxana Giştî ya Kelarê ragihand ku li taxa Hemrînê ya bajarê Kelarê jinekê xwe şewitand û piştî bûyerê ew hat veguhastin bo nexweşxaneyê lê ji ber giraniya şewata wê, ew hat veuhastin bo Nexweşxana hawarçûnê ya Silêmaniyê, Casim xuya jî kir ku 2 zarokên wê jinê hene.

Li gudê Badilyanî a nêzîk bajaroka Soran ya bi ser parêzgeha Hewlêrê ve, ji ber arîşeyeke xêzanî jinekê xwe şewitandin.

Jêderekî ji nexwexana Emerjensya Hewlêrê xuyakir ku (Binar .H. Ê) a 19 salî duh pênşemê li gundê Bailyanî ya bi ser soran ve ji ber kêşeyeke malbatî li gel jinbira xwe, bi giranî xwe şewitand û jiyana wêdi metirsiyê de ye.
Top