Berpirsekî leşkerî yê Îranê: Tişta şeva borî li Îsfahanê pêkhat, êrîşeke şikestxwarî ya çend baskdarên biçûk bû
Roja 19.04.2024ê fermandarekî payebilind ê Îranê ragehand ku îro serê sibehê ew dengên ku li Îsfahanê hatin bihîstin, ji ber berevaniya esmanî ya Îranê çend tiştên guman kirin armanc li esmanên Îsfahanê û tişta ku pêkhat êrîşeke şikestxwar a çend baskdarên biçûk bû.
Fermandarê payebilind ê Sipaha Pasdarên Îranê li Îsfahanê Emîd Mehîn Dost ragehand, me dengeke bihêz li rojhilatê Îsfahanê bîhîst, ew jî ji ber sîstema berevaniyê li Îsfahanê li hin tiştên nediyar da û ti ziyan û bûyerekî din pêknehatiye.
Berdevkê navenda niştimaniya esmanî ya Îranê Husên Dilîryan di tora civakî ya X de ragehand ku heta naha êrîşa esmanî ji derveyî Îranê ve nehatiye kirin.
Herwaha got, ‘’Hin frokeyên çarbask êrîşeke şikestxwar kirin di dawiyê de jî ew baskdarên biçûk hatin têkşikandin.’’ Û got, berevaniya esmaniya Îranê 3 baskdarên biçûk xistin xwarê.
Basnews