• Friday, 29 March 2024
logo

Hewlên nehêlana diyarda sinetkirina keçan

Gulan Media October 28, 2010 Civakî
Hewlên nehêlana diyarda sinetkirina keçan
Li Hewlêrê Tahir Hewramî wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê li dîwana wezareta xwe pêşwazî kir li şandeyeke pilatforma jinan ya ji bo kampaniya na bo sinetkirian keçan.

Wezîrê saxlemiyê di axaftina xwe de xebatên jinan yên ji bo rewşenbîrkirin û hişiyarkirina jinan û keçan bo nehêlana diyardeya sinetkirina keçan li herêma Kurdistanê bilind nirxandin.

Ji aliyê xwe pilatforma jinan ya ji bo kampaniya na bo sinetkirina keçan behsa diyardeya sinetkirina keçan li herêma Kurdistanê û tesîra wê diyardeyê li ser saxlemî û derunê keçan kir û got ku wan kampaniyek destpêkiriye ji bo nehêlana wê diyardeyê li herêma Kurdistanê.

Her du alî li hev kirin ku bi alîakriya wezareta saxlemiyê, bi beşdariya kesên şareza û pispor workshopeke li dor diyardeya sinetkirina keçan bê vekirin.
Top