• Saturday, 20 April 2024
logo

Kurd di nava 10 miletên mêvanperwer de cih digirin

Gulan Media October 27, 2010 Civakî
Kurd di nava 10 miletên mêvanperwer de cih digirin
Li Kanada, Chris Robinson showmenê televîzyonê yê geştûguzariyê yê navdar, Kurd weke yek ji 10 miletên mêvanperwer li cîhanê bi nav kir.

Robinson di malpera MSN.ca de gotarek nivîsand û têde diyar kir ku wan berî çend salan li ser sînorê Iran û Tirkiyê kampek ava kirin, li wê derê wan pêwendî bi Kurdan re danîn û Kurd ji nêzîk ve naskirin û dibêje, Kurdan mêvanperweriyeke bênimûne nîşanî wan dan.

Li gora Robinson, ji bilî Kurdan gelên İrlanda, Tayland, Labrador, Yeni Zellanda, Tahiti, Barbados, Yunan, Aymera û çermesorên Quecha Kızılderileri û Sherpalar li Nepalê di wê lîsteyê de cih digirin. Avestakurd
Top