• Wednesday, 24 April 2024
logo

Li Silêmaniyê laşê jinekê hat dîtin û li Dûzê gencekî hewla xwe kuştinê da

Gulan Media October 24, 2010 Civakî
Li Silêmaniyê laşê jinekê hat dîtin û li Dûzê gencekî hewla xwe kuştinê da
Li parêzgeha Silêmaniyê li nêzîkî navçeya Erbetê laşê jineke nenas hat dîtin, şeva eyniya borî jî xortekî akinciyê qeza Dûzê bi guleyekê xwast xwe bikuje lê bi giranî birîndar bû.

Roja pêncşema borî termê jineke nenas li nêzîkî nahiyeya Erbetê hat dîtin, li gorî agahdariyên polîsên Erbetê jiyê wê jinê di navbera 25 ta 30 salî de ye û ev meheke hatiye kuştin û li gundê Xeraciyan avêtîne ser rêya Dokanê.

Li gor malpera PUKmedia Selam Cebar Zengene Rêveberê bingeha polîsê nexweşxaneya giştî ya Kerkûkê xuyakiriye ku seat 20:00’ê şeva eyniya borî li taxa Cemîle ya navçeya Dûzê ciwanekî li ber hin nakokiyên malbatî guleyek li singê xwe daye û bi giranî birîndar bûye.

Zengene da zanîn jî ew genc niha di bin çawdêriya tendirustî de ye lê rewşa wî ta niha nearame.
Top