• Thursday, 02 May 2024
logo

Asmanê Herêma Kurdistanê ji firokeyan re tê vekirin

Gulan Media April 14, 2024 Nûçe
Asmanê Herêma Kurdistanê ji firokeyan re tê vekirin

Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ragihand, îro asmanê Iraq û Herêma Kurdistanê careke din tê vekirin.

Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji K24ê re ragihand, îro 14ê Nîsanê, demjimêr 09:00 asmanê Iraq û Herêma Kurdistanê careke din tê vekirin.

Ehmed Hoşyar diyar kir, herdu firokexaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê dê ji nû ve dest bi geştên xwe bikin.

Ev yek piştî wê tê, şeva borî ji ber êrîşa Îranê li ser Îsraîlê; Iraq, Urdin, Sûriye, Lubnan û çend welatên din wek tedbîr, asmanê xwe ji bo çûnûhatina firokeyan bi awayekî demkî girtibûn.

Derengiya şeva borî demjimêr derdora 11:00, Supaya Pasdarên Îranê bi dehan mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kiribû.

Êrîşa Tehranê wek bersivekê li ser kuştina 7 endamên Supaya Pasdaran tê, ku di êrîşeke Îsraîlê li ser avahiyeke nêzîkî konsulxaneya wê li Şamê de hatibûn armanckirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hegarî îro 14ê Nîsanê got, Îranê heta niha 300 dron û mûşek avêtine Îsraîlê û %99 ji wan li derveyî welat hatine pûçkirin.

 

k24

Top