Li Dîlokê lehî rabû: Cade û kolan di bin avê de man
Li parêzgeha Dîlokê piştî baraneke gur lehî rabû û cade û kolanên bajêr di bin avê de man.
Li navenda bajarê Dîlokê danê êvarê baraneke gur bariya û lehî rabû.
Barana zêde bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir û cade û kolan di bin avê de man.
Otomobîl ji ber ava ku li ser cade û kolanan kom bûye rûbirûyî zehmetiyan hatin.
Li binê hinek pirên nav bajêr û li ser xaçerêyan otomobîl bi temamî di bin avê de man.
Li ser agahdarkirinê gelek tîmên parastina sivîlan, şaredarî û polîsan bi hawara welatiyan ve çûn.
Hat ragihandin ku xebatên tîman ên ji bo diyarkirina zerer û ziyanên welatiyan berdewam in.
Dîmenên lehî û baran gur a Dîlokê ji aliyê beşek welatiyan ve li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Rudaw