%18 xelkê Kurdistanê nexwendevanin
Li gor rapora NY, sedemê sereke yê nexwendewariyê şer û alozî, cîbicînebûna yasayên xwendewariya bilind û daketina astê dahata xelkê li Îraqê ji alîkî ve û kêmbûna jimara xwendingehan û 2-3 dewamîbûna wan ji alîkî din e. Li gor heman raporê, rêjeya nexwendewariyê di nav keçan de ji sedî 24 û di nav xortan de jî ji sedî 11 e.
Serjimêriyên rêxistinên ser bi NY ku li tevahiya parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê hatine encam dan û tê de rêjeya nexwendewarî di hundirê temenê 10 heta 49 saliyê de hatiye girtin, encamên serjimêriyê derxistine bajarên Diyala, Bexda, Kerkûk û Hewlêr xwediyê kêmtirîn rêjeya nexwendewariyê ne û zêdetirîn rêjeya nexwendewariyê li bajarên Mussena, Mîsan, Selahedîn, Dihok û Silêmaniyê ne.
Rêveberê Fêrkariya Neasayî li Wezareta Perwerdê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Wuşyar Hemed Hacî ragehand: “Ev serjimêrî ne rast e, rêjeya nexwendevaniyê li Herêma Kurdistanê bi data û serjimêriyên berdest ji sedî 18 ye.”
Li gor serjimêriya Wezareta Perwerdê, Herêma Kurdistanê xwediyê 5534 xwendingeh û 1.5 milyon xwendekaran e ku di hemû qonaxên destpêkî, navendî û pîşeyî de dixwînin. Sedemê zêdebûna jimara xwendekaran 1755 xwendingeh du dewamî û 277 jî sê dewamî ne.
Gor pêşbîniya beşa Serjimêriyê ya Wezareta Perwerdê, îsal zêdeyî 100 hezar xwendekaran dest bi qonaxa yekem a xwendinê kirine, lê tenê 44 hezar û 619 xwendekar ji pola 12ê amadeyî qebûl bûne.
Rêveberê Giştî yê Xwendina Bingehîn li Dîwana Wezareta Perwerdê Ebdulezîz Serhan, ragihand pirsa sereke ya Wezareta Perwerdê kêmbûna avahiyên xwendingehan e. Wî herwiha da zanîn: “Bo nehiştina 2-3 dewamiyê li xwendingehan pêwîst e zêdeyî 3 hezar avahiyên xwendingehan bên çêkirin û eva jî renge 3 salan bidome.”
Navbirî amaje da kêmbûna avahiyên xwendingehan û zêdebûna jmara xwendekaran û ragihand: "Jimara xwendekaran li ser polên dersê pir zêde ye, eva jî astê zanistî xwendekaran jêrde tîne."
Wî herwiha eşkere kir bi sedan odeyên xwendingehan zêdeyî 40 û 50 xwendekaran hene, eva jî sedemek e bo daketina astê zanistî yê xwendekaran.
Bo rizgarbûna ji zêdebûna jimara xwendekarên ser polên xwendinê yên hundirê bajaran, Civata Wezîr ên Herêma Kurdistanê di butçeya îsal de rizamendî daye li ser xerckirina 150 milyar dînaran bo çêkirina 33 xwendingehên 18 polî û 13 dibistanên 17 polî li parêzgehên Herêma Kurdistanê ku niha beşek ji wan di qonaxa cîbicîkirinê de ne.
Ebdulezîz Serhan dibêje: “Em hemû hewldanên xwe dikin bo nehiştina 227 xwendingehên 3 dewamî, ji ber ku bandorê li ser kêmbûna dema xwendinê dike û bûye sebebê daketina astê zanistî yê xwendekaran.”
Derbarê bandora 2-3 dewamîbûna xwendingehan li ser asta zanistî ya xwendekaran, Rêveberê Beşa Amadeyî ya ser bi Dîwana Wezareta Perwerdê daxuyand: “Guman tune kêmkirina dema xwendinê derfeta şirovekirina waneyên dersê bo xwendekaran ji mamosteyan distîne.”
Komela Hîwa ya Îraqî, yek ji van rêxistinan e ku di pêxema zanîn û nirxandina rastî ya perwerde û xwendinê de li Îraqê bi hevkariya Rêxistina UUESCO di sala 2005an de du caran serjimêrî encam daye ku serjimêriya herî dawî di sala 2009an de birêve çû ku 13 parêzgeh ji 18 parêzgehên Îraqê li xwe girtibû.
Sekretera Komela Hîwa ya Îraqî Hena Edwer, zêdebûna rêjeya nexwendewarî û daketina astê zanistî yê xwendekaran li bajarên Iraqê bi xirabbûna rewşa siyasî û nebûna elektrîk û kêmbûna xwendingehan li gundan, ve girêdide.
Edwer sedema zêdebûna rêjeya nexwendevaniyê û daketina asta zanistî li Herêma Kurdistanê bi wê yekê ve girê dide ku jimara xwendingehan kêm e û 2-3 dewam li wan tê kirin.
Navbirî peydekirina derfetên kar bo derçûyên zanîngehan, wek sedemekî bi bandor dibîne bo berdewambûna xwendekaran li ser xwendinê û dibêje: “Bi pêkneanîna derfetên kar bo derçûyên zanîngehê, beşekî zêde ji xwendekaran wiha difikirin ku xwendin pêşeroja wan dabîn nake, loma ji xwendinê diveqetin.”
Wuşyar Mihemed Hacî eşkere kir: “Wezareta Perwerdê bo kêmkirina rêjeya nexwendewarî ji sala 2000an ve prosesa nehiştina nexwendewarî destpê kiriye û heta niha 3 milyar û 750 milyon dînar di vê pêxemê de xerc kiriye, di encam de kariye rêjeya nexwedewarî ji sedî 34 bo ji sedî 18 kêm bike û bo gihandina wê bo ji sedî 9, pêwîstiya wezaretê bi 6.5 milyar dînaran heye.”
Jêder: Rûdaw