• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Başûrê Kurdistanê jinek hat kuştin û keçeka 22 salî xwe şewitand

Gulan Media October 10, 2010 Civakî
Li Başûrê Kurdistanê jinek hat kuştin û keçeka 22 salî xwe şewitand
Duhî li bajarê Kelarê li başûrê Kurdistanê, ji ber arîşeyeka civakî, keçeka 22 salî xwe şewitand û dawî bi jîyana xwe anî.

Jêderan ji nexweşxana Kelarê veguhastin ku li taxa Xornewazan a nahiya Rizgarî ya bi ser bajarê kelarê ve, keçeka 22 salî a bi navê Raman Ekrem piştî ku di gel malbata xwe bi şer çûyî, xwe şewitand û ji ber zêdebûna rêja şewata wê, berî ku bigehînin nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.”

Her duhî li nahiyeya Taze a bi ser Parêzgeha Kerkûkê ve, jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.

Jêderan weha veguhastin ku piştî kujerî xwîşka xwe kuşt, xwe radestî polîsan kir û di lêdwanên xwe de xuyakir ku wî li ser pirseke “şerefê” xwîşka xwe kuşt.
Top