• Friday, 29 March 2024
logo

Li Ciwanroyê 2 keçan xwe bidarvekirin

Gulan Media October 6, 2010 Civakî
Li Ciwanroyê 2 keçan xwe bidarvekirin
Li gor nûçeyeka Avestakurdê, keçeka kurd a xelkê bajarê Ciwanro bi navê Hana Rencber, ku berî çend salan dayîk, bav û xwîşkeka wê di bûyereka tirafîkê de miribûn, di bin guvaşên malbata xwe, roja duşemiya derbazbûyî xwe daliqand û dawî bi jiyana xwe anî.
Her wiha keçeka din a heman bajarî bi navê Nexşîn Ehmedî, di mala xwe de, bi riya daliqandinê jiyana xwe bi dawî anî.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend salin keç û jinên kurd, yên Rojhilatê Kurdistanê, ku piraniya wan ser bi malbatên sunetî û nexwendewar in, di bin guvaşên edetên civakî û olî de, bi awayên curecur xwe dikujin.
Top