• Thursday, 28 March 2024
logo

Mawê meha hunguv di civakê kurdî de ji hefteyekê kêmtire

Gulan Media October 4, 2010 Civakî
Mawê meha hunguv di civakê kurdî de ji hefteyekê kêmtire
Meha hunguv ji nav kelturê romanîyan hatî ye, bûk û zava ji bo mawê mehekê hungiv û av tevlihev dikirin û vedixwarin da ku vê mawê bi xweşî û şêrînî derbazbikin. piştre ev kelture ji bo ewropîyan hat veguhastin û piştî wê jî bo hemû cîhanê. lê di nav civakê kurdî de ev mawe kêmtir lê tê û ji heftekê kêmtir e.
Karwan Mihemed di yekem hefta hunguv ya xwe de di bêje “Demekê pir xweşe çûnkî bîrhatinên di wî mawî de li cem jin û mêran pir giringin lê eger di wî mawî de bûk û zava tevî malbatê bimînin, nikarin wan bîrhatinên giring di jîyana xwe de tûmarbikin.”
Ji ber ku perwerda nav malbatên me li ser binyatê şerim û fedî hatîye avakirin, lewa bûk û zava nikarin serbest û azad bin bi taybet kur ku her dem malbata wî hest dike piştî jin jê re anî ew malbata xwe pişit guh dike, pir cara her ev yek di be egerê peydapûna kêşeyan.
Huner Hamid çend rojeke tevî hevjîna xwe ji bo derbaz kirina meha hunguv li bajarê hewlêrê ne, dibêje: "ev seyrane ji min û hevjîna min jî re didemekê pir xweş de ye, ji ber ku me zewaca xwe bi rêya malbatê pêkanîye, me ew azadî nebû em hevdu nasbikin û wek dezgirtîyan bihev re bi peyvin, lê ev çiwar rojin em ji sulêmanî hatin hewlêrê da ku em vî demî li vir dûr ji mêvan û dem bûrandina kesûkarên xwe derbaz bikin, niha em pir bi hev re başin û ew şerim û fedî û bêzarbûna destpêkê ji cem me barkirîye lewre dibêjim divê pir giringî bi mawê hunguv were dan.
Lence Fatih dezgirtîye çend mehekên din dê here meha hunguv, dibêje: "pir cara dema em basê veguhastinê dikin ez dibêjim dezgirê xwe mawê hunguv dê çend be, ew hinek hêcetan digire lewra dibe em nikarin vî mawey bi xweşî bibûrînin ji ber ku dezgirê min tev bavê xwe kar dike û divê rojane ew here kar lewra jî em nikarin herin seferê, ji ber wê ez nikarim bêjim em dê herin demê hunguv û ez bawerim ku piranîya keçan demê hunguv derbaznakin, her dem di nav civakê me de kur hêcetên weha di girin ev yek jî dibe eger ku keç daxwaza govendek pir buha û xercî bikin
Hêşû Xerîb niha di demê hunguv de ye, dibêje: "ev qûnaxa destpêka pêk anîna jîyana hevjînî pir giringe û divê bêtir giringî pê were dan, ji ber ku ev mawe pir giringe ji bo hevjînan, jin û mêr dikarin vî demî bikin binyatek baş ji bo jîyana xwe ya bê, lê di nav civakê me de pir giringiyê pê nadin û li cem me nebûye keltur. ta niha li gor têtal û nerîtên malbat û xêzanê demê hunguv tê derbazkirin, pir ji keçan şeva xwe ya bûkanî li mala xezûrê xwe derbaz dikin ji ber ku hinek mal hizir dikin şerim û fedîye li wê şevê ew bûka xwe bibin hotêlan yan severê, ev yek jî bandûrek xwe li ser derûna bûkê heye.
Kejal Mihemed mawê pênc mehane ketîye nav hêlûna hevjînîyê, dibêje: " piştî dewatê em şeva yekê çûn hotêlê, ez ketbûm balava mehane lewa me nikarî pirosa xwe ya li cem hev nivistinê encam bidin, sipêdê em çûn mala xezûrê min, paştî sê rojan ez ji balavê xelas bûm ji nû hevjînê min li cem min xewkir, wate yekem şev li mala xezûrê min bû ez gelek ditirsîm û ez ji şerim û fedikirnê mirim vêca li ser wê şerimê re oda ku tîyên min lê dinivistin li rex oda me bû wan ta demjimêr 2yê şevê xewnekir, dilê min ji şerma xwe diquta ez pir bêzar bûm di demê hunguv de, ma kengî kurdan kelturekê weha heye mawê hunguv têde bê dîtin, tenê min bi şev hevjînê xwe didî û li demê xwarinê jî min didî, ya ji hemû yan nexweştir ew bû divê em herin malên mirovên zava bi mêvandarî, min ji mala xezûrê xwe fedî dikir vêca were here mala mirovên wan jî, ji xwe vê yekê ez bêtir bêzarkirim, demê min ya hunguv eve bû.”
Top