• Thursday, 25 April 2024
logo

Ehmed Turk bo lihevanîna du malbatên xwîndar berê xwe da Mûşê

Gulan Media October 3, 2010 Civakî
Ehmed Turk bo lihevanîna du malbatên xwîndar berê xwe da Mûşê
Ehmed Turk Hevserokê Kongira Civaka Demokratîk , bi mebesta lihevanîna du malbatên xwîndar, duhî berê xwe da bajarê Mûşê.

Ehmed Turk li avahiya BDPê ya li Mûşê civîneke çapemeniyê li darxist û têde diyarkir ku ji bo wan herdû malbatên xwîndar li hev bîne ew hatîye Mûşê û got: ‘’Em wek KCD û BDPê pir hewl didin pirsgirêkên di navbera gel de çareserbikin. Pêwîste berî her tiştekî em aştiyê di nav xwe de pêk bînin. Baweriya me ew e heger em aştiyê di nav gelê xwe de berfirehtir nekin, em nikarin aştiyê li Tirkiyê û cîhanê pêk bînin.’’
Top