• Friday, 26 April 2024
logo

Jineka Kurd kuştina xwîşka xwe kir pirtûk

Gulan Media October 2, 2010 Civakî
Jineka Kurd kuştina xwîşka xwe kir pirtûk
Wefa keçeke Kurd bû. Ji malbateke Kurdên Rojavayê Kurdistanê, bajarê Efrînê bû. 17 salî bû. Ew ji aliyê malbata xwe ve hatibû kuştin. Kuştina wê, demeke dirêj veşartî mabû, kesekî nizanibû li kuderê ye. Çi bi serê wê hatiye. Heta ku xuşka wê ya mezin, piştî ku ligel Almanekî zewicî bû, neçûbû, çîroka kuştina xuşka xwe ji polîsan re negotibû, bûyera kuştinê eşkere nebûbû.

Ji ber ku wê kuştina xuşka xwe bi çavên xwe dîtibû, salên dûr û dirêj ji aliyê derûnî ve êşeke mezin kişandibû. Nizanibû bûyerê çawa û ji kêre şîrove bike. Li dawiyê bi rêya mêrê xwe yê Alman diçe cem polîsan û ji wan re her tiştî dibêje. Çîroka kuştina xuşka xwe Wefa ji wan re yek bi yek eşkere dike. Niha jî, wê ew çîrok kiriye pirtûk. Pirtûkê li Almanyayê deng daye. Nourig Apfeld pirtûka xwe bi vî navî nivîsandiye: Ez şahidê kuştina xuşka xwe me!

Wefa ya 17 salî di sala 1993 de, ji aliyê bavê xwe û 2 nasên wî ve, li bajarokê Bad Godesberg (nêzîkî Bonnê) hate kuştin. Li gora ku Nourig Apfeld dibêje, xuşka wê li ser textekî dirêj kiribûn û werîsek li stuyê wê gerandibûn, ew xeniqandibûn. Bav û her du nasên wî, wê şevê Nourig bi heman kuştinê tehdîd kiribûn û gotibûn, “binêre eger tu di hedê xwe de nesekinî, ew ê te weke vê bikin...“ tiliya xwe dirêjî laşê Wefa kiribûn.

Bavê wê niha di zindanê de girtiye, wî 8 sal ceza xwarin. Heta niha laşê Wefa nehatiye dîtin.

Jêder: Rudaw
Top