• Friday, 26 April 2024
logo

Li Başûrê Kurdistanê keçeka 22 salî xwe şewitand

Gulan Media October 1, 2010 Civakî
Li Başûrê Kurdistanê keçeka 22 salî xwe şewitand
Li bajaroka Rizgarî ya bi ser parêzgeha Silêmanîyê ve keçeka 22 salî xwe şewitand û ji sedî 97 laşê wê şewitî lewa egerê mirina wê geleke.
Karmendeke rêvebriya tund û tûjiya li dijî jinan bo Avestakurdê wiha got, “Temenê wê keçê 22 salin û navê wê (E . K) e, akinciyê nahiyeya Rizgarî ye ku berî nîvroya îro xwe şewitandiye û ji ber rêjeya zaf ya şewatê bo nexweşxaneya Silêmanî hatiye veguhastin lê dibê ku canê xwe ji dest bide”.
Çavkaniya han wiha pê de çû, “Her çend malbata keçekê gotine ku di bûyerekê de agir berbûye canê wê, lê li gorî lêkolînan xuya ye ku ji ber pirsgirêkên civakê wê xwe şewitandiye”.
Hêjayî gotinê ye ku xwe şewitandina keçan ji ber pirsgirêkên civakî li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelek berfireh e û ji ber wê di salê de bi sedan kes agir berdidin canê xwe.
Jêder: Avestakurd
Top