• Friday, 26 April 2024
logo

Ahmet Turk digel eşîreta Metînanê lihev hat

Gulan Media September 30, 2010 Civakî
Ahmet Turk digel eşîreta Metînanê lihev hat
Ahmet Turk Hevserok Kongrreya Civaka Demokratîk digel eşîreta Metînan ku 30 sal bû ji ber doza xwînê ji hev xeyîdî bûn, lihev hatin.
Ahmet Turk li ser xwarinê got, “Ev aştî dê li seranserê Tirkiyeyê belav bibe.”

Di xwrina lihevhatina serokê eşîreta Metînanê Mehmet Şerif Temelli û serokê eşîreta Qencoyê Ahmet Turk de, Serokê Partiya Aştî u Demokarsî (BDP) Selahattin Demirtaş, Parlamenterê BDPê yê Mûşê Sırrı Sakık, Şaredarê BDPê yê Sêrtê Selîm Sadak û endam û rayedarên partiyê beşdar bûn.

Li gorî nûçeya CHAyê, mêvan di 15 xîvetan de hatin pêşwazîkirin û pankartên bi kurdî “Bo aştiyê bi xêr hatin!” hatin daliqandin.

Piştî ku Qur’an hate xwendin, serokê eşîreta Metînanê Mehmet Şerif Temelli û Ahmet Turk destên xwe dane hev û lihev hatin.

Ahmet Turk axaftinek kir û wiha got, “Çend salan beriya niha me kêmasiyek li hember eşîreta Metînan kir, lewre ez ji wan dixwazim li me biborin. Ez bawerim ev aştî dê li Tirkiyeyê hemiya belav bibe. Ez mezinên eşîreta Metînan silva dikim.”
Jêder: Aknews
Top