Bo çi ta niha di qada sîyasî ya kurdistanê de jinên serkirde peydanebûne ?
Semîre Muhemed çalakvaneka sîyasîye amaje bi hinek saloxetên kesên serkirde dide, dibêje:"têwirên jina serkirde wiha nîşan didin ku kesê serkirde, bixwe saxletên serkirdatîyê li cem hene, wate kesê serkirde nayê dirust kirin belku jî serkirdebûn tiştekê xwezayî ye û xuristî ye, tenê divê bi bizav bêxin. yek ji wan saloxetên kesê serkirde pê tê naskirin ewe kû xwedî îradek baş be û xemsar nebe hember kêşên sîyasî. dîsan saxletekê din li dev kesê serkirde ewe ku hertim çareserî û elternatîvî ji bo kêşên cûda li cem heye. divê di karesat û kêşên sîyasî de tesilîm nebe û divê ruha berdewam bûnê li dev kesê serkirde hebe. pir caran gazinde tê kirin ku me jina serkirde nîne, mêşkê civaka me ne gehiştîye wê radê bi karin kesek sîyasî dirust bikin belê ew kes bi xwe heye pêdivî bi dirusit kirnê nîne.
vêca bi egera wê ku li kurdistanê sîyaset bi mêran ve girêdayî ye û herdem jin jikarê sîyasî bêbar bûne, ta niha ew derfet dirust nebûye ku jina serkirde peyda bibe. bi dîtina min civak wiha reng dide ku sîyaset ya mêrane, lewa giring nîne jina sekirde hebe yan jî nebe.
egereka din ku dibe sedema peydanebûna jina serkirde ewe ta niha em dibînin piranîya postên giring mêrên danomir birêve dibin, eve ew kelture ku mêr tenê xwedî deshilat be ewê dibêjinê (mêr salarî) ku ev hizre pirtir li cem kalan maye. girifteka din ya mezin li kurdistanê ewe ku ta niha tenê sîyaset bi nivşê nêr ve hatîye girêdan û nivşê mê jê bê pare. ji ber wê yekê bîyav ji jinan re dirust nebûye ku jin jî rolê xwe di serkirdatîyê de bibîne û xwe taqî bike. çunkî ta jin nekeve nav qada sîyasî nikare rolê xwe bibîne û xwe bigîne deshilatê. arêşeka din ewe ku pir caran jina serkirde bawerîyek weha bi kesatîya xwe tune, ev jî ji ber wê perwerda jin di civaka me de werdigire ku herdem ji jinê re tê gotin te çima ev kir? ev çi bû te kir? ev şerme û ev ....htd. ji ber wê yekê jinê jî şîyan neman û xwe ji hemû karan da paş.
dîsan jinê bawerî bi xwe nebû ku bikare vê qonaxa pir şer û şûr derbazke. çunkî jin dizane kurdistan di qonaxek sîyasî pir şer û şor re derbaz bû. herçende hatîye xuyakirin ku jin di karê rêvebirinê de serkeftî tire ji mêran çunkî jin xwedî peyamek aştîyane ye û ji mêran hêdî tirin. lê saxletên jinan di her civakekê de ji civaka din tê guhartin".
ev çende ji alyê (Rêbwar Kerîm) pirtir hat ronkirin û got:"sîmayên serdarî bûna jinan ji civakê bo civakek din tê guhartin wate peywendî bi astê pêşde çûna civaka ku jin tê de jiyan dike heye. serkirde bûna jinê di civaka me de pêdivî bi baweryek temam ji alîyê civekî ve beramber şîyanên sîyasî yên jinan heye. sexmeratî wê yekê ku jin bikare wek mêran bibe serkirde û di rêvebirna welat de karbike.
nabe jinê çav li destê kesanên din be. belku divê jin bi xwe xwe dirust bike û xwe pêş bêxe. ez li gel wê nînim bibêjin me jina serkirde nîne me heye belê kême, herçende ev ne tenê kêşeyeke li cem jinan belku jî ev arêşe di nav mêran de jî heye û mêrên serkirde ku serkirdên jêhatî bin kêmin. dîsan sedemeka din ewe ku jinê baweryek weha heye ku mêr dikarin çendîn postan ji jinan baştir birêve bibin, lê ev bawerya jinan li demek nêz de ê were guhartin, ji ber ku niha li kurdistanê jin gehiştîye wê astê ku postên bilind bidest bixe, ji ber wê yekê divê hinek ji yasa û destûrên girêdayî beşdarîya jinan di deshilatê de werin guhartin. Herçawa be ev pêdivî bi têkûşîna jinê heye. egerek din ewe ku nakokî û milmilanî di navbera rêkxirawên jinan de haye û ev yek jî netenê ji jinan re xirabe belku dibe sedem jî ku jina serkirde peyda nebe.
her derbarey vê yekê Evîn Muhemed (derçûya kolîja sîyaset) dibêje: "egera pişikdarî nekirna jinê di sîyasetê de bi giştî û serkirdatîyê de bi taybetî bo nebûna baweryeka mûkim ji alîyê civakê ve bi jinan vedigere. herçende ta niha hinek jinên cîhanê xwedî kesatîyek mezinin mîna hîlarî kilînton, encêla mîrkil.....td. de behsa wê kim ku min sîyaset xwandîye û gelek dibêjine min erê ev pişka te xwandî çi giringîya xwe heye. birastî ev yek metirsîdare û ta niha di bîyavê sîyasî de ez xwedî çi nînim. dîsan egereka din ewe ku cih û rewşa welatê me di berjewenda min de nîne. ji ber ku kiltûra rojhilat codaye ji kiltura rojava, ev yek di kiltûra kurdan jî de rengvedaye. lê divê ji bîr nekin ku di dema niha de jin pir ji berî bizvêner û çalaktire û ne mêr û ne çi hêz nikarin jinan ji sîyasetê û serkirdeyîyê dûr bêxin
Egerek din ewe ku jin li kurdistanê xwedî ragehandinek baş û bihêz nînin, ta bikarin bi rêya wê ragehandinê jina bi şîyan û xwedî kesatî bidin naskirin û xuya kin ku ev jine dikare deshilatê werbigre, mêr xwedî ragehandinên bihêzin. me bixwezin û nexwezin sîyaset û ragehandin di kurdistanê de pirtir di berjewenda geşekirna nifşê nêr de bû û ev bibû eger nifşî mê tûşî dil şikestinê bibe û nikaribe deshilatê werbigre, lewre bi dîtina min serkirdatî û birêvebirin karekî weha giran zehmet nîne ku jin nikare bike lê belê divê derfet bi jinan jî were dan daku ew jî xwe di vî bîyavî de taqî bike û biceribîne".
bi bawerya (Hîdayet Elî) nabe ev du regez ji hev werin cuda kirin û dibêje: "ez hez nakim ev du can ji hev werin coda kirin lewa ez dê behsa saloxetên serkirdatîyê di mirovan de bikim, bi dîtina min eger kesek xwedî rewişt û mirovatî nebû nabe jêre bêjin serkirdê rast û dirust, lê ewa em bas dikin ewe ka çend rê xweşe ji jinan re taku bikarin gav bi gav tevî mêran bigehin deshilatê, pir caran ji egera pişt guhxistina jinan raportên wiha tên dirust kirin, birastî li kurdistanê ew jinên dixwazin bibin serkirde divê di çend xalekan re derbaz bibin, yekemîn ewe ku divê di filter û kenalên partan re derbaz bibe yan jî ji kesê yekî di partê de nêzîk bibe yan jî dab û nerîtên wê partê nêzîk be ewa li ser dab û nerîtên civakê hatîye avakirin, ev we dike jin wek serkirde were pêş. helbet me jinên serkirde hene belê pirs hewe erê vê serkirdê cihê xwe di nav kiltûr û nerîtan de kirîye yan jî tenê dîyardeke û çi dî ne?. bi rengekê giştî eger jin bixwaze bi çavê serkirde were temaşekirin divê yekim car serkirda rewiştî be û akadimîk û şîyar be. ji hemû yan giring tir ew erke ewê dikeve ser milên wê, bitaybet li rojhilat û kurdistanê ku divê jin van tiştan ber çav wergire û çavdêrîya barê jinan bike ji ber ku jin di barekî ne mirovatî de derbaz dibin û di tevgera sîysî de bi kîyanekê biçûk û lawaz tê naskirin, tevgera sîyasî ya kurdistanê ji çîyan destpêkir û tevgereka tundûtîjane bû xwezayê jinê dûre ji tundûtîjîyê ji ber wê yekê jinê nikarî biçe çîya û çekê rake û dijmin bikuje, duyem ewe ku ji alîyê cesteyî jî jinê nikarî rolê xwe bigêre, ew ên hey pir kêm bûn her em nikarin jê re bêjîn serkirde. ev tişte hemû eger bûn jin ji serkirdatîyê bêpar be, tîtalek din di nav partên me de haye û dibe sedema mafê jinan winda bibe ew jî ew kesê xebat li çîyan nekirbe bizehmete bibe serkirde, bê goman jin neçûbû çîyan û mafdar nîne ji vê nerîtê, jin li kurdistanê di destê mêran de bû û mêran jî herdem hizir dikir nabe jin xwe tevlî sîyasetê bike û nab dabûnerîtan têkbide nabe jin hêlên sor derbaz bike û mêran hez nedikir vê bawerya xwe biguhêrin.
herwek me bas kirî ku di nav partên sîyasî de jin nikare bi azadî wek serkirde karbike û serbexwe hizir bike û darêtna bike, lê di hikûmetê de ev yek girêdayî pîşketina xelikê ye, astê rewşenbîrîya xelkê negehîştîye wê radê qebûl bike jin bibe serkirde. di kurdistanê de rêjeya 50 ji sedê pitir jinan cemawer heye, lê çalakvanên herê pêş di xizmeta jinan de ew in yên bas li mafê jinan û mafê mirovan dikin, ew jî dengê xwe bi jinan nadin, ev jî her ji ber ku kiltûr zale li ser her tiştî û jin nikare bibe serkirde, her li vir divê jin bi xwe piştevanîya xwe bike.