• Thursday, 25 April 2024
logo

WHO di Hersalekê de milyonek mirov xwe dikujin

Gulan Media September 12, 2010 Civakî
WHO di Hersalekê de milyonek mirov xwe dikujin
Rêxistina Tendirustîya Cîhanî ragihand, ku xwekujî di nava genc û sinêlên cîhanê de zêde bûye û salane nêzîkî milyonek mirov xwe dikujin.


WHO sebaret vê çendê hoşdarî da û daxwaz kir, ku ev dîyarde bê rawestandin û heger ev pîkol nehê kirin, dê ev rêje zêdetir bibe û renge ta sala 2020ê salane milyonek û pênsed hezar mirov xwe bikujin.

Li gor nûçeyeka rojnameya Elmusteqbel a Libnanî, raporta WHO ya di vê bareyê de daye nîşandan, ku pirranîya van xwekujan xelkên Rûsiya, Çînê û dewletên Skandinaviya ne.

Belê vê reportê weha jî daye nîşandan, ku li Amrîka, Meksîko, Îtaliya û Spaniya jî xwekujî zêde bûye herweha behsa Misirê jî hatiye kirin û ew yekemîn welatê rojhilata navîn e ya ku dîyarda xweku‏jîyê lê heye.
Top