• Thursday, 28 March 2024
logo

Xort di dema berê û niha de.....dîtinên hevdij

Gulan Media September 7, 2010 Civakî
Xort di dema berê û niha de.....dîtinên hevdij
Tara Ehmed
Mirov di jîyê xortînîyê de rolekê mezin di binyatnan û pêşdeçûn û pêşxistina civakê de dibîne, herweha di bîyavên avedankirin û pêşesazî û xwêndewarî û civakî de erkekê giran dikeve ser milên xortan, ji bo bicih anîna vî erkê pêwîst û pîroz xort pir di xebitin, xuya ye ku rolê xortan di hemû serdeman de wekhev nîne ew jî ji ber hin egeran ta radekê tê guhartin, xort pêş 50 salan, ji niha pir tir di amade bûn canê xwe gorî welatê xwe bikin û li bersingê dijmin û neyaran bi rawestin, berûvajî xortên niha ku ez hizir dikim ew amade bûn û berhevî li cem tuneye û naxazin xwe nêzîkî çi babetên metrsîdar bikin.
Niha tê bîra min ku di salên 60 an de ji sedê borî ez û xortekê hewlêrê ku mala wî li enkawa bû di zîndana (Be'qobe) de bi hev re bûn, rêveberê zîndanê hemû nevîyana xwe di serê wî kurî re derdixist, navê wî xortê kurd Serhedon bû, rêveberê zindanê di xwasit wî xortî ji karên sîyasî û partîzanî dûr bêxe, lê wî qet gûh ne dida rêveberê zîndanê, ji bo cara dawî bang li Serhedon kir û gotê: "Serhedon dest ji van karan berde eger na dê te riswa û bê hurmet kim", Serhedon bersiv wî da û got: "we miletek riswa û bê hurmet kirîye, ez jî wek endamekê wê miletî vêca hema tu çi dikî bikeÎ, rêveberê zîndanê, heger xelet nebim navê wî (Elî zeyn al'abidîn bû, her du çavên wî sor bûn û zor tûre bû ji bersiva Serhedon, di encam de Serhedon pir bi hêz felaqe da.
Herweha ez ê nimûneka din ji serhatîyên wan çavnetirsan ji we re bêjim ku ew jî her li hewlêr bû, berpirsê kogeha tûtinê bû, karmendê dewletê bû. ku didemekê de pêşmergan kûgeha tûtinê şewitandin, hikûmetê ew karmend girt, û tevî min bû demê em dan destê dadgeha 'orfî (serberday) ya 'eskerî li kerkokê, dadgehê biryar da ew kes mawê deh salan li (Nugre selman) were zîndan kirin, tevî wê divê diravî hember wê tûtina di nav kogehê de şewitî bide ku dibe sed û çiwarde hizar dînar û pêncî filis, demê ev biryare dayî wî karmendî dest da berîka xwe kû ji 50 î filsan pir tir têde nebû, derxistin û danîn ser mêza ber bedena serokê dadgehê û bi şêwe zarê hewlêrî got ((cenabê hakim, êsta her ew penca filsem pêye, ke geramewe malê hemalêk binêre le dûm ewey dîşit bo denîrim!) wate, "cenabê dadvan niha tenê ev pêncî filse bi min re ne, dema ez vegerim mal karkerekî li dû min bişîne ew parê mayî jî dê ji te re şînim".
Ew ên li jor min behiskirî tenê du nimûnên berxwedan û wêrekî ya du kesan bûn çêdibe bi sedan nimûnên din bi vî awayî hebin ku min hajê nebûye û ez nekarim behis lê bikim, ji bilî ku bi hezaran kesan çek helgirtibûn û li bersingê dijminan radiwestin û canê xwe ji bo serbexweya welatê xwe terxan dikir, xuyaye niha kesên wiha pir kêmin,ew kesên ku bikarin helwîstên weha pêşkêş bikin.
Di vê wê jî bidin ber çavê xwe ku li hemû cihan xort hez ji lasayî û çavlêkirinê dikin û hajê nînin ku ev rewişte bi mifa û başe yan bê mifa û xirabe, niha em dibînin ku rêjeka zor ji xortan fêrî por dirêj kirnê û rih berdanê bûne, hinek ji fêrî ser tiraşîn û hoç kirina por bûne, ne tenê xort pir caran jî ev dîyarde di nav kesên mezin jî de tê xuykirin, ev jî tenê çavlêkirin û lasayî kirine.
Li vir dixazim bêjim ku li ser dilsozên miletê me pêwîste rolê xwe di rênişan dana xortan de bigêrin û eger dîyardeka nerast ber çavên wan ket, divê bizav were kirin ji bo rîya rasit were nîşan dan û ji xerabîyan bên dûrxistin.
parêzer: omêd ebdulselam qadir
Raste nifşê pêş me derdeserî û nexweşîyek mezin kişandine, xebatek berdewam û bê wêne kir, ew an ev roje ji me re peydakir, lê dixazim bêjim ku nivşê pêş me her dem, me bi mirovên tembel û karneker, ne neteweyî, bê hoş wesif dikin, dîsan pir caran me bi tawanbar dizanin û di bêjin win hatine ser sifra amade û hazir û zor caran û li pir cihan di bêjine nifşê niha hazir xwerên bersîyê ne!!! ev helwîstê xuya dike ku nifşê pêş me dilgiranîyek mezin ji me heye û di nav xwe de hizir dikin ev ne dadwerîye. raste hinek dab û nerîtên li ser demê pêş de giring bûn niha hatine ji bîr kirin, lê divê em wê jî bêjin ku her nifşê niha xebat kir ta hinek tiştên giring wek entirnêt û mobayîl....hwd, cihê xwe di qadê de girtin. ya rast ew e ku em bredewam mana nifşê pêş xwe ne, lê hinek cudahî di navbera me û wan de hene, nabe hema em kopîya wan bin, çûnkî serdemê me û wan çi ji alîyê sîyasî be yan jî ji alîyê civakî be du serdemîn pir ji hev cûda ne. serdemê niha serdemê Sedam nîne û daku em bikarin wê serdemê digel niha hevberkin, hingî kurdperwerî bû û niha jî bê xemî ye!!!.
Eger nifşê pêş me wiha xerab me bibîne, bi dîtina min ji bilî nevîyan û di hev negehiştinê çi tiştê din bi dest nakeve, li vir ya giring ew e em bi karin serbarî kêm û kasîyan hevdu qebûl kin, ji ber ku her du alî temam kerên raste û rastên hevin.
Top