Ew jinên ku bê vên û daxwaza xwe û ji ber egerên taybetî hatine berdan
Bila em di nava evê reportê de, evê pirsê bêtir nas bikin.
Nuxşe Se`îd jinek ciwan e û li ber dadgehê kaxezeka pêçayî di destê wê de ye û çaverêyî birîkarê parêzerê xwe (avukatê xwe) ye, da ku bi hevdu re biçin nik dadbînê xwe.
Me xwe lê nêzîk kir û me guft û go pê re kir û hat naskirin, ku dê evroj bi yekcarî ji mêrê xwe bihê berdan. Egerê (sebebê) berdanê jî – wek çawa wê got – ku divabû di zikê wê yê duyem de jî neştergerî jê re bihê çêkirin, da ku zaroka wê derbikeve û heger ne bi neştergerîyê be, dê ew zarok bimire. Ew jî bêçare dimîne û neştergerî jî dihê kirin.
Bila em bihêlin ku Nuxşe bi xwe bipeyive..
Nuxşe: heta ku zaroka mina duyem ji dayik bû, du caran neştergerî ji min re hat çêkirin. Di herdu caran jî de zikê min hat vekirin. Ew neştergerî mezin bûn. Piştî evan neştergerîyan, zikê min neciwan û nexweşik bû. Zikê min ji hev kevt. Êdî mêrê min nema hat ser cihê min û digot dilê min ji te dixele. Piştî hîngê dest bi anîna behaneyan kir û serê zimanê wî û binê zimanê wî ew bû, ku digot ew dê jinek din bihîne. Di dawî de kir rastî û bi dizî jinek anî. Min jî ku ev tişt zanî, min jê re got, ku ez sozê didim ku ez evê yekê ji te re nehêlim. Min parêzerek (avukatek) ji xwe re girt û wî ji min re got, ku ez dikarim lê gilî bikim û mafê xwe jê bistînim û wî bi girtin jî bidim. Wî jî ku zanî tiştekî weha heye û ew dê bihê girtin, amadebûna xwe ji bo her corekî rêkevtinê da nîşandan, belê bi mercê ku ez lê gilî nekim. Bi her awayî be, min bi şîreta parêzerê xwe kir û min biryar da, ku ez bi standina nava malekê, xanîyekî, jîyara mehane ya min û zarokên min dev jê berdim. Ew ewqasî xweperest bû, ku min dikir egerê nexweşikbûna zikê min.
Binar Muhsin jî tenê salekê li nik mêrê xwe ma û hat berdan. Egerê evê berdanê jî ew bû, ku Binar di biwarê seksê de sar û sirr e.
Binar Muhsin bi xwe dibêje: ez ji zarotî ve hatime xetenekirin (sunnetkirin) evê yekê ev bandora han li min kiriye û di jîyana mina hevserîyê de jî, ev arêşe ji min re dirist kiriye. Êdî di dawî de ez û hevserê xwe (mêrê xwe) ji hevdu cuda bûn. Bi rastî hizirkirina mêr di vir de ji ya jinê cuda ye. Mêr di gelek tiştan de hizir dike, ku dibe jinê ticarî tê de hizir nekirbe. Hinek caran jin jî li beramber hestên mêr sar dimîne.
Di biwarê qanûnî jî de, ew behaneyên mêr wek çekek ji bo cudabûnê bi kar dihê. Divê ev behaneyên han bi dokument bin û bawerî pê hebe. Parêzera jin Gona HemeSe`îd Merdan a ku li dadgeha Silêmanîyê ye di evê bareyê de weha got..
Gona HemeSe`îd Merdan: ew dosyayên girêdayî berdanê û cudabûna jin û mêran in û li dadgehê ne, egerên wan corane ne. Hinek caran berî ku dosyayek bihê dadgehê, mêrekî bi awayekî ayinzayî (şer`î) jina xwe berdaye. Belê di biwarê qanûnî de ne tiştekî hêsan e. Divê ev doza han bihê pesendkirin û bawerî jî pê hebe. Heger mêrek li ser pirsa sarîya seksî ji jina xwe cuda bibe ji ber ku jina wî hatiye xetenekirin an her behaneyeka dina di bareya laşê jinê de hebe, heta ku belge û dokument nebin ew jî nahê qebûlkirin. Dokument jî divê reportên nûjdarî (tibbî) bin û tê de hatibe nîşandan, ku endamekî laşê jinê – bi taybetî di biwarê seksê de – bê kar e yan zarok jê re çê nabin. Heger ne weha be, doz nahê qebûlkirin.
Firîşte Ezîz jî yek ji ewan jinan e, ku bi aşkirayî dibêje, ku rê û rêbazên civakî bûne egerê ku ew û mêrê xwe ji hevdu cuda bibin. Ew jî ji ber ku ew hatiye xetenekirin û sarîya seksî pê re heye. Du zarokên wê jî hene, belê neşiyaye karê seksê bi mêrê xwe re baş encam bide. Ji bilî evê çendê, ew bi xwe jî ti elesê (tamê) ji seksê nabîne. Di encam de, mêrê wê biryar daye ku jineka din bihîne û wê jî daxwaza cudabûnê ji mêrê xwe kiriye û li ber dadgehê dibêje, ku ew bi hevdu re naguncin.
Parêzer Gona HemeSe`îd di evê bareyê de dibêje: dadgeh dixwaze ku bawerî hebe. Heger herdu alî bibêjin, ku ew dixwazin ji hevdu cuda bibin û nebêjin li ser sarîya seksê ye û jin jî li ser gotina mêrê xwe be, dê dadgeh daxwaza wan qebûl bike, ji ber ku herdu razî ne, ku ji hevdu cuda bibin.
Bandora derûnîya evî corê berdanê li ser jinê
Alîyê derûnî (saykologî-nefsî) yê jina ku bê vên û daxwaza xwe hatibe berdan, gelekî xerab e. Bi taybetî ku destê wê tê de nîne. Ji bo şirovekirina evê rewşê derûnnas Niyaz Şukrî behsa encamên derûnîyên xerabên evê rewşê kir û da xuyakirin, ku bandorek gelek negatîv li bîr û şiyanên laşê jinê dike.
Niyaz Şukrî weha jî got: heger li angora daxwaza jinê be, dê ew rewş nexweş be, belê ne li angora daxwaza xwe rastî herrifîneka derûnî dihê. Em dibînin, ku pirranîya ewan jinan pîkola xwekujtinê dikin. Êdî yan agir berdidin laşê xwe yan bi her awayekî dixwazin xwe bikujin. Civaka me jî ne ewqas rewşenbîr e, ku tê de jin û mêr bikaribin yekser li ser evan pirsan bipeyivin. Her nexweşîyek an nexweşîyeka derûnî çare jê re heye, belê mixabin, di evê civakê de yekser daxwaza berdanê dihê kirin. Gerek nêzîkî di navbera hevseran (jin û mêran) de hebe û bikaribin guft û goyê bi hevdu re bikin û ji hevdu fam bikin. Ev kilîla çareserîyê ye. Bi vajîyî (bi eksî) evê yekê, dê kêmanî di navbera wan de çê bibin û dê wan ber bi cudabûnê ve bibin. Ew jî bê ku bihê zanîn ka ew kes li angora daxwaza xwe yan ne li angora daxwaza xwe ji hevdu cuda dibin. Belê di hemû biwarekî de barê jinê giran dibe. Belê divê ew (jin) bi wêrekî li dadgehê daxwaza mafên xwe bike û ticaran jî, hevserê wê (mêrê wê) nikare mafên wê binpê bike.