• Friday, 29 March 2024
logo

Fêsbûk, rêyeke bo hevnaskirina xortan yan bo derbirîna hestên lader

Gulan Media August 19, 2010 Civakî
Fêsbûk,  rêyeke bo hevnaskirina xortan yan bo derbirîna hestên lader
Tevî ew pêşveçûna berçav ya li Kurdistanê, bitaybet di biyavê teknolojîyayê de ku jîyana mirovatîyê bisanahî kirîye û mirov dikarin di demekê kurt de û bi şiyaneka kêm û bê zehmet karên xwe bicih bînin, mîna entirnêtê ku kariye têkilî û peywendîyên hevalînîyê di nav bera mirovan de bi sanahîtir bike. lê vê bisanahîxistinê çendîn arêşe û nexweşî ji bo gelek kesan dirust kirine, bi rengekê weha ku gelek kes hember hev tûşî dudilî û gomanê bibin, ji ber wê yekê di vê peywendîkirnê de xelk di bin perdên veşartî de nav û nasnavên xwe û wênên xwe diguhêrin. Fêsbûk ew malpera elîktironîye ku gelek xort li derdora xwe kom kirine. Me divê em bizanin beşdarbûyên fêsbokê çawa pênaseya fêsbokê dikin.
Ziryan Elî xwendekar e li peymangeha teknîkî li Silêmanîyê ku fêsbûkê bi kar tîne, dibêje ((di rêya vê malparê re min karîye komeka havalan nasbikim û ez fêsbûkê bi malpereka xerab dananim û tevî bikaranîneka xerab nînim, her wek çawa hinek behsa alîyên xerabên vê saytê dikin, mîna keça xalê min ku akincîya welatê siwêde û di fêsbûkê de peşdare, lê ne wêre wênên xwe di pirofaylê de dîne, lê belê min wênên xwe dannîne û çi arêşe ji min re dirust nebûne, berdewam min peywendî tev beşdarên fêsbokê heye û di rêya vê malperê re ez rojane hejmareka pêzaninan werdigrim û mifayê dibînim ji naskirna hevalan û peywendîyên hevalînî û ew babetên li ser fêsbûkê tên belav kirin))
Ramîn Mihyedên ku ev navê wî yê fêsbûkê ye dazanîn ku ew yeke ji beşdarên çalakên fêsbûkê dibêje ((ev malpere karîye komeka hevalên min yên kevin kom bike ku ji ber sedemên cuda em ji hev veqetya bûn. Lê heke bi giştî behsa çawatîya fêsbûk bikim hinek ji hevalên min ku keçin di demê vekirina fêsbûkê de arîşe jêre dirust bûne. Mîna daxwazkirina peywendîyên evînî yan daxwazkirina nîşankirina wênênwê, xuyaye ew jî ji bo karên xerab bû, heger na wênên keçan ji bo çiye? Boçî kes daxwaza wênên min nake. em Hîvîxwazin ev dîyarda kirêt û neciwan nemîne da ku em bikaribin mifayekê baş ji vî malperî bibînin))
Ejî Kemal bikarhênereka fêsbûkê ye nav û wênê xwe guhartîye daku malbata wê nizanibe ku ew fêsbûkê bikartîne, dibêje ((birayê min di fêsbûkê de beşdare, lewra min nav û wênên xwe nedanane, ta rojekê birayê min xwast çatê tev min bike, ji ber ku min ew adid kirbû, lê belê min bersiva wî neda, ew berdewam ji min re dinivsîne û dibêje min, çira tu bersiva min nadî, ev jî tenê ji ber ku navê min yê keçane, ez di pirsim erê gelo çend kes hene wekî min fêsbûkê bikartînin. Kur berdewam bizavê dikin bi axiftinên xwe keçan bixapînin. Ez dibêjim fêsbûk pêdivî bi keçên wêrek û hişyar heye, heger na ew keç dê tûşî tengavîyan bibin yan jî gereke wênên xwe çi caran xuya nekin, her çawabe heger hinek ji kuran wênên xwe danenin, ji bo hindêye ku her tiştê ew bixwazin bikin û li dawîyê dê jêbibin û dê guhorin bo navekê din. Ev hemû alîyên xerab ên fêsbûkê ne))
Selman Kawe, ev navê wî yê fêsbûkê ye û wêneyekê bîyanî yê ciwan danaye, dibêje (( bi roj nêzîkî 3 demjmêran û bi şev jî demekê zor ez li ser fêsbûkê dimînim. Hevalên min pirin, min nêzîkî 654 heval hene ji wana 88 keçin. min li ser fêsbûkê 4 peywandîyên evîndarî hene, du ji wana bi daxwaza min bû lê duyên din bi daxwaza wan bû, ev peywendiye tenê hizrin û mirov çend demjimêrekan mijûl dibe, û ez çi cara bi rêya van peywandiyan nazewicim, ez bawer dikim ku wan keçan bi xwe jî her ev baweriye heye. Lê belê ya sêyê heger razî bibe ez ê bizavê bikim ku biryara zewacê pêre bidim û min ew gelek bi xwe ve girêdaye. çunkî ew li ewropa ye û min gelek behsa kurdistan û kurdayetî û welatê xwe jêre kirîye, û wexte ji bo hatina vir dîn bibe, heger ev pîlana min jêre danî biserkeve, weha ez ê wê ji xwe re wînim daku çûna min misoger bibe, her çende bavê min pir dîndare û ez bawernakim ew bi vê zewacê razî bibe, lê ez ê her pêkolê bikim)).
Top