Hokarên lawazbûna Peywendîyên Civakî
Destpêkê Mamoste Hêmin Omer rojnamevan û vekolerê civakîgot: ((sedema lawazîya peywendîyên civakî ji civakekê bo civakeka din cudahî heye û her yek ji wan sedemê taybet bi xwe ve heye, belê heger em berê xwe bidin civaka xwe em ê bibînin ku sedem diyarin û ta redekê eşkerene, her çende di bersiva pirsyareka weha de me pêwîstî bi vekolîneka civakî û data ya axaftinan heye, belê heger em bi şêweyekê giştî bas bikin di civaka me de lawazîya peywendîyan vedigere bo geşbûna alîyên madî bi lezatîyeka zor û geşbûna alîyên hoşyarî û meinewî bi lezatîyeka kêmtir ji lezatîya alîyên madî, em nikarin bêjin di civaka me de geşbûna alîyên hoşî û meinewî pêşneketî ye, belê çênabe em danpêdanê bi wê çendê jî nekin ku civaka me di astê ew teknolojya pêşketî her ji mobayl û otombêl û tiştên nav malê heta biçûkrirîn tişt ku her yek ji wan pêwîstî bi hoşyarîyeke baş û mêşkekê baş heye, bikarhênerên mobaylê pirin, belê hoşyarîya bikaranîna mobaylê lawaz e, pirin ew ên otombêla modêl 2010 dajon, belê ew ên bi mêşkê 2010 ê hizir dikin kêmin, ev jî arîşên herî mezin di civaka me de dirust dike û pêşveçûna bilez ya teknolojyayê û aborî dibe sedema wê yekê takekes di civakê de bê hest û agehî û bi rengekê ne yekser ji hev dûr dibin, her eve ya dibe egerê ku kesanên civakê hesûdiyê bi hev bibin û kêbirkê û hevrikiyê tev hev bikin ji bo bi dest xistina tiştên madî, û eve ya ku keribûkîn û nevîyanê peyda dike û dibe sedema ku ji hev dûr bikevin, herweha dibe egerê ku piranîya kesan bikevin nav bizava bi dest xistina madî û ev ji aliyekî de başe ji ber ku hemû kes fêrî berhemhînanê dibin, belê ji aliyekî din ve xerab e û ji hev qutbûn û dûrketinê dirust dike)).
Sebaret karatirîn hokar mamoste got: (( bihêztirîn hokar bilez çûna aliyê madî û hêdî çûna aliyê meinewî hizrî ye ku ev jî bi rengekê rastewxwe û nerastexwe kasanên civakê ji hev dûr dixe, nerastewxwe: mirov hevpeyvînê bi rîya telefon û entirnetê dike ku berî niha ew hevpeyvîn bi rûniştin û peyvîn beramber hev bûn û bi hev re di kenîn, bi vê yekê jî peywedî û tevlihevbûn bihêztir dibû. Rastewxwe: ewe ku kesanên civakê ew hez û viyana caran ji bo dirustkirina peywendiyan nemaye û ev jî metirsîtirîn karesate û li pêşerojê civak dê xûka wê bide û dê bibe egerê dabirîneka temam û dê gehe wê radê ku bira di xema birayî de nebe û her yek bitenê ji bo xwe û dewlemend kirna xwe bizavê bike û bi tenê di xema xwe de be ku ew jî xema bidestxistina madî û diravî ye)).
Çi were kirin daku têkilîyên civakî wekî berê bibin Mamosta Hêmin got: (( pir tişt hene divê werin kirin, renge em nikarin hemû tişta wek berê vegerînin, mîna şûşekê (kozek)a şkestî pir zehmete em bikarin vigerînin wekî ciwaniya berê û nû bikin lê nabe jî em desta jê berdin, heger alîyên peywendîdr tevî hikûmetê bi rengekê baş bixebitin û piroseka weha were danan ku takekes di cvakê de bê perwrdekirin, wate kesên ji civakê perwerdeke saxlem ji malbatê bistînin û paşê di dibistan û zanîngeh û senter û navendên rewşenbîrî de werin perwerdekirin ku ev perwerda han bikare hemberî pêşveçûna madî civakê jî hişyar bike, ev ta astekê rê xweşkere ji bo dirustbûna têkilîyên civakê bi rengekê saxlem, lê heger piroseya perwerdeyî bi vê rengê niha û bi vê diltengiyê be û aliyên peywendîdar mîna wezareta kar û karûbarên civakî di astekê weha de be ku niha nikare tûra çavdêrîya malbatê bi rengekê saxlem dirust bike û kar li ser bike û bi vî awayê bila pirtir be û baştir nebe)).
Paşê Aras Hekîm Mamusta li pişka Derûnzanî li Kolîja Perwerde sebaret hokaran got (( bi boçûna min yek ji egrên serekî barê siyasî ye, barê sîyasî rolê serekî di zeîfbûn û lawaz bûna peywendîyên civakî de dibîne, herweha sermayedarî, ji ber ku niha piranîya xelkê pêtir ji karekî rojane dikin û dem vala nîne û ew demê heye jî ji ber ku westyanê divê bênvedanê bikin û weha giringîyê bi peywendîyên civakî nadin)), herweha gotî: (( bilez hatina teknolojyayê bo kurdistanê mobayil entirnêt setelayit wek mînak niha heger kesek seredana yekî bike pir gotin û axivtina nake belku dê rûnin û temaşeyî filîmekî bikin, bê goman ev jî di be sedema lawaz bûna peywendyan)).
Mamosta Aras sebaret bihêzxiskirina vê peywendiyê got: ((em nikarin peywendiyê civakî wekî berê bihêz bikin, lê ew egerên me destnîşan kirine divê werin kêm kirin)). amaje kire wê yekê jî ku niha di rojên cejn û helkeftan jî ev peywendîye wek salên berî niha bi germ û coş nemaye.
D. Beşîr Xelîl Hedad mamostayê ayînê di vî biyavî de got: (( çend egerek hene peywendiyên civakê lawaz dikin, ji wan egeran çavlêkirina xelkê me bo jiyana rojava û dûrketin ji jiyaneka civakî ya bihêz û bivîyan û berev jîyaneke sade diçin)). Dîsan got: ((nemana bawerîyê, ji ber ku xelkê berê kar dikirin û bawerî jî hebû û dikarîn bi kojimekê pera jîyna xwe birêve bibin. Niha ew xelik karekê zor dikin û dem nîne seredana hev bikin, berî niha xelik di biyavê abûrî de di yek rêz de bûn, lê niha bû ye çav li hev kirin, bû goman ev çende jî egerekê pir bihêz e bo lawazkirna vê peywendiyê)). dîsan diktor beşîr xuya kir ku lawaz bûna rewşenbîriya ayînî egera xwe heye, ji ber ku niha xelik pitir hizir di karên dunyayê de dikin nek di roja dawiyê û qiyametê de, xelkê berê hizir li roja dawyê dikirin lewra peywendiya civakî bihêz bû, derbarey çewaniya bihêz kirna têkilîyên civakî diktor got ((divê mamostayên ayînê di gotarên rojên eynê de tîrêjan biden ser vî babetî û giringî pê were dan û xelik were hişyar kirin, herweha li ser mamostayên dibistanan û zanîngehan û dayik û bavan pêdivîye rolekê baş bigêrin ji bo wê yekê peywendîya civakî mîna caran bibe, çunkî niha pir zarok hene mirov û kesûkarên semyanên xwe yan xwe nasnakin, vêca em ê çawa bikarin vê peywendiyê bihêz bikin, çunkî ev peywendîye jiyanê bi rewştir û xweştir dike)).
Di dawîyê de ji bo me xuya bû roj bi roj peywendîyên civakî ber bi lawazî û nemanê de diçin, lewa jî zehmete carek din ev têkilî û peywendîye wekî salên berê bibin, divê em hemû bizavê bikin daku em li ser egerên ne baş zalbibin û em giringîyeka zor bi peywendîyên civakî bidin û mîna salên berê bihêz bikin, lewa mezinan rast gotî ye, demê gotî (( sal be sal xwezgem be par)).