• Friday, 26 April 2024
logo

Li Enqerê piştî demeke dirêj pêşangeheke hunerî hat vekirin

Li Enqerê piştî demeke dirêj pêşangeheke hunerî hat vekirin
Li Enqerê piştî demeke dirêj pêşengeheke hunerî hate encam dan. Di pêşengeha hunerî ya îsal de beşek hunermendên kurd jî amade bûn. Heftemîn pêşengeha Hunerî ya Enqerê di bin siya tedbîrên koronayê de hate encam dan.

Hunermendê Kurd Nezîr Şahîn bi tabloyên xwe yên hunerî di 7emîn Pêşangeha Hunerî ya Navdewletî ya Enqerê de beşdar e.

Nezîr Şahîn tabloyên xwe bi kevirên taybet yên amedê xemilandine lê serboriyên wî yên zarokiyê bandor li hunera wî kiriye. Ji ber qedexeyên bi salan ew hê jî xweş xweş newêre rengên kesk û sor û zer li ser heman tabloyê deyne.

Nezîr Şahîn, Hunermend, dibêje, “Ji zarokîya xwe heta niha ez ji her sê rengên qedexe ditirsim. Em ditirsiyan ku hersê reng li kêleka hev bin. Di vê tabloyê de min dixwast ez rengê sêyem jî bikar bînim û wê bi yekê tabloya min xweşiktir jî biba, lê ji ber zext û guvaşên berê ez hê jî hersê rengan li cem hev danaynim.”

Li Enqereya paytexta Tirkiyê bi beşdariya 92 galerî, hunermend û saziyan 7emîn Pêşangeha Hunerî ya Navdewletî bi rêve diçe, hunermendên Kurd jî bi berhemên xwe di vê pêşengehê de beşdar in.

Bunyamîn Kurt, Hunermend, dibêje, “Armanc ew ku em herêma xwe bidin nasandin. Ez jî di tabloyên xwe de gundên Amedê nîşan didim. Em dixwazin rengên herêma xwe pêşan bidin.”

Di heftemîn pêşengaha hunerî de zêdetir tabloyên nîgarkêşan û peykerên peykersazan hatine nîşan dan. Xelkê beşdar jî bi vê yekê keyfxweş in ku piştî demeke dirêj li Enqerê pêşangeheke bi vî rengî tê vekirin.

Hasan Derelî, Xwendekar, dibêje, “Bi vê pêşengehê gelek keyfxweş bûm. Ez hatime Enqerê û yekem cihê ku ez seredana wê dikim, pêşengeha hunerî ye. Pêşengeheke gelek hêja û dewlemend e. Berhemên gelek hunermendên hêja hene.”

Aysun Dilan Ercet, Xwendekar, dibêje, “Di demekî de ku Corona jî heye, pêşengehên wisa giring în. Ez hewil didim ku xwe bi rêya pêşengehê zêdetir fêrî karên hunerî bikim. Ez zanyariyên xwe di derbarê hunerê de zêdetir dikim.”

Ji ber Coronayê îsal ji derveyî Tirkiyê çi hunermand beşdarî pêşengehê nebûn. Lê Serokê CHP Kemal Kilicdaroglu û serokên şaredariyên Enqerê seredana peşengehê kirin.

Rudaw
Top