• Tuesday, 07 May 2024
logo

Siwaro bûye yek ji muzîkjenên keştiyan

Siwaro bûye yek ji muzîkjenên keştiyan
Siwaro wextakê li gundê xwe şivaniyê dikir û li çol û pesaran stranan disitirî, lê niha ew stranên xwe yên Kurdî li Stenbolê li ser deryayê di keştiyan de dibêje.

Li Stenbol bajarê mezin ku herdu parzemînên Ewropa û Asyayê bi hev ve girêdide bi milyonan Kurd dijîn. Ewqas ku di hilbijartinên herêmî de bi giraniya dengên xwe karibûn şaredariya bajêr ji aliyekî derbasî aliyekî din bikin. Hin ji wan koç kirine hatine vir, hin jî mecbûr mane werin û hin jî ji bo perwerdeyeke baştir bidestxin hatine vî bajarê qedîm. Siwaro jî yek ji wan e ku ji Îdirê bar kiriye hatiye Stenbolê.

Siwaro nanê xwe bi rêya muzîka xwe bidest dixe. Di demeke nêz de Şaredariya Mezin ya bajêr rê da muzîkjenan ji bo bikaribin di keştiyan de muzîkjeniyê bikin. Siwaro jî yek ji wan kesan bû ku serî lê dane û bi saya behremendiya xwe wî mafê karkirinê bidest xistiye û bûye yek ji muzîkjenên keştiyan. Di van rojan de di keştiyên Stenbolê de dengê strana Ciwan Haco “Ay Dîlberê” û ya Aram Tîgran “Şev Çû” bang dide.

Gelo ew kesê ku vî karê taybet dike, ango Siwaro kî ye û bi çi awayî muzîka xwe pêk tîne ew wiha behsa xwe dike: “Navê min Siwar e. Ez ji Îdirê me. Ji gundê Xweşxeberê me. Ez li Îdirê bûm û li wir mezin bûm. Heta 20 saliya xwe min li wêderê berxvanî û şivaniyê dikir. Carna min li ber pez ji xwe re stranan digot. Dengê min jî dihate ecibandin. Min jî ji stranan gelekî hez dikir. Ji xwe bi malbatî jî me karê muzîkê dikir. Bavê min stranan digot. Di famîla me de dengbêj jî hebûn. Ango muzîk her tim di nava malbata me de hebû. Wê demê radyo hebûn, teybên kevn hebûn. Me ji xwe re li kasetan guhdarî dikir. Lewma bi vî hawî meraqa min li ser muzîkê çêbû.”

Di keştiyan de bi giştî stranên Tirkî dihatin gotin. Carna bi Îngilîzî û Fransî jî stran dihatin lêxistin. Lê Stenbolî di van rojên dawî de guh didin stranên Kurdî jî. Bi saya vê ew di rêwîtiyên xwe yên di navbera her dû parzemînan de bi awayekî xweş û geş çûn û hatinê dikin. Muzîka Kurdî bi taybetî ji aliyê rêwiyên kurd ve gelekî tê ecibandin. Û helbet ew vê keda Siwaro bê bersiv nahêlin û alîkariya wî dikin.

Siwaro jî bi hezkirin û awayekî profesyonel karê xwe dike. Ew wextakê li gundê xwe şivaniyê dikir û li çol û pesaran stranan disitirî. Lê vêga ew heman stranên xwe yên kurdî li ser deryayê di keştiyan de bi zimanê xwe û bi kêf û coş dibêje: “Ya rast di keştiyan de ji bo stranên bi Kurdî serê pêşî tirsek li ser me hebû lê paşî min ji xwe re got divê ez biwêrim û binêrim ka nêzîkatiye gel çawa ye. Ji ber ku cara yekem di keştiyan de min stranên Kurdî gotiye. Vêga jî ji xeynî min kes nabêje. Ji xwe ev bû salek ku ez di keştiyan de stranên Kurdî dibêjim.”

Siwaro diyar kir ku heya niha wî ti pirsgirêkê nedîtine û wiha pê de çû: “Ango tiştekî xerab nehatiye serê min. Kesên ku siwar dibin em bêjin çawa ku li muzîka Tirkî guhdarî dikin û kêfa wan bê bi heman hawî kêfa wan ji muzîka Kurdî re jî tê. Wek ku hun dizanin Stenbol bajarekî mezin e. Li vî bajarî bi milyonan Kurd dijîn. Lewma di her keştiyekê de 10 an 15 Kurd hene. Dema ez bi Kurdî dibêjim ez rastî wan têm û dibînim ku kêfa wan tê. Mîna ku min got ne bitenê Kurd lê Tirk bin jî li muzîka min guhdarî dikin û jê hez dikin.”

Li Tirkiye demeke dûv û dirêj stranên Kurdî qedexe bûn. Gelek kes bi awayekî veşarî li vê muzîkê guhdarî dikirin. Carna jî ji ber ku qedexe bû kes kasetên xwe yên Kurdî dixistin binê axê û vedişartin. Lê îro wek ku tê dîtin li vî bajarê herî mezin ê Tirkiye Kurd li ser deryayê di keştiyan de stranên xwe dibêjin û lê guhdarî dikin.

Rudaw
Top